YPG: Tirkiye û Sûriyê li ser Idlib û Efrînê lihev kirine

YPG: Tirkiye û Sûriyê li ser Idlib û Efrînê lihev kirine

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd ragihand, ku bêdengiya Hikûmeta Sûriyê li ser êrîş û gefên Tirkiyê li ser Efrînê, wê yekê eşkere dike ku herdu aliyan lihev kirine ku Idlib ji Hikûmetê re be, û Efrîn jî ji Tirkiyê re be.

A+A-

Li gor nûçeya K24ê, Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel YPG Nûrî Mehmûd ragihand, ku bêdengiya Hikûmeta Sûryê li ser êrîş û gefên Tirkiyê li ser Efrînê, wê yekê eşkere dike ku herdu aliyan lihev kirine ku Idlib ji Hikûmetê re be, û Efrîn jî ji Tirkiyê re be.

Nûrî Mehmûd got: "Armanca Tirkiyê û Hikûmeta Sûriyê ew e ku federaliya Bakurê Sûryê jinav bibin, ji ber ku herdu welat jî wê federaliyê weke metirsî li ser xwe dibînin".

Mehmûd tekez kir, ku YPG ne li dijî artêşa Tirkiyê ye, lê ew tenê sînorên xwe li gel Tirkiyê diparêzin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin