YPG: Me careke din Bilbilê kontrol kiriye, tankeke tirkan hatiye teqandin

YPG: Me careke din Bilbilê kontrol kiriye, tankeke tirkan hatiye teqandin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand wan careke din bajarokê Bilbilê kontrol kiriye. Di heman demê de 5 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

A+A-

Şer li derdora bajarokê Bilbilê berdewam e YPGê ragihand ku wan dîsa bajarokê Bilbilê ji destê artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê der anîne.

 

Di vîdyoyekê de Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) dîmenên teqîna tankekê artêşa Tirkiyê li gundê Heftaro ya ser bi bajarokê Bilbilê ve ragihand. Di dîmenan de tê diyarkirin ku tankeke artêşa Tirkiyê bi rokêtê teqandin.

 

YPJê ragihand, tîmeke wan a taybet bi navê tîma Bahoz bi vî karî rabûne û tanka artêşa Tirkiyê li nava gundê Heftaro teqandine.

 

Artêşa Tirkiyê jî teqandina tangek xwe piştrast kir û ragihand 5 leşkerên wan canê xwe ji dest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin