YPG: Em ji Minbicê vedikişin!

YPG: Em ji Minbicê vedikişin!

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, ku hêzên wan ji bo şêwira leşkerî li Mibicê bûn û piştî bi dawîbûna erkên wan xwe ji bajêr vedikişin.

A+A-

Fermandariya Giştî ya YPGê bi daxuyaniyekî ragihand, ku hêzên wan “di çarçoveya stratejiya giştî ya li dijî terorê de” ji bo alîkariya Encûmena Leşkerî ya Minbicê çûbûne bajêr da ku wê herêmê ji rêxistina DAIŞê rizgar bikin.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku bi beşdarbûna hêzên YPGê, bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî, Tirkiye jî di nav de, bi razîbûna hêzên herêmî, di 1ê Hezîrana 2016ê de dest bi pêngava rizgarkirina Minbicê kirine û di 15ê Tebaxê de bajar hatiye kontrolkirin.

 

Fermandariya Giştî ya YPGê ragihand: “Piştî ku bajarê Minbicê hate rizgarkirin, ewlekarî û aramî li herêmê pêk hat, hêzên me di 16ê Mijdara 2016ê de ewlekariya herêmê radestî Encûmena Leşkerî ya Minbicê kir.”

 

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li ser daxwaza Encûmena Leşkerî ya Minbicê komeke fermandarên me bi hêzên leşkerî yên Minbicê re wekî şêwirmendên leşkerî man. Ev koma me di aliyê perwedeyê de alîkariya Encûmena Leşkerî ya Minbicê dikirin. Ev yek bi awayekî hemahengî û bi şêwra Hevpeymaniya Navdewletî pêk hat. Xebatên koma me ya şêwirê hata saeta amadekariya vê daxuyaniyê dewam dikir. Niha û piştî zêdeyî 2 salan ji berdewama karê wan, Encûmena Leşkerî ya Minbicê gihişt asta ku karibe di aliyê perwedeyê de rêveberiya xwe bike, lewma Fermandariya Giştî ya YPG'ê biryara vekişandina şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê da.”

 

Di dawiya daxuyaniyê de Fermandariya Giştî ya YPGê ragihand: “Nameya me ji hemû cîhanê re ew e ku em ê tekoşîna xwe ya li dijî teroristan bidomînin, em ê wan têk bibin û ewlekariyê li tevahî herêmên rizgarkirî pêk bîn in. Di heman demê de em tekez dikin ku eger pêwîstî çêbibe dê hêzên me demildest banga xizmên me yên Minbicê pêk bîn in."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin