YNKyê serokek nû destnîşan kir

YNKyê serokek nû destnîşan kir

Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) li şûna Bêgerd Talebanî, serokek nû bo fraksiyona xwe Parlamena Kurdistanê destnîşan kir.

A+A-

Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) li şûna Bêgerd Talebanî, serokek nû bo firakisyona xwe di Perlemana Kurdistanê de destnîşan kir.

Piştî ku Bêgerd Talebanî posta wezîra Çandinê û Çavkanîyên Avê di kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê de wergirt, YNKyê Cemal Hewêzî wek serokê firakisyona YNKyê di perlmana Kurdistanê de destnîşan kir.

Cemal Hewêz, perlemantarê firkaisyona YNKyê di Perlemana Kurdistanê de, bi mêdya yên fermî yên YNKyê ragehandîye: Piştî ku Bêgerd Talebanî ku berê seroka firkakisyonê YNKyê di Perlemana Kurdistanê de û niha posta wezîra Çandinê û Çavkanîyên Avê wergirtîye û Dr.Rêwaz Fayeq, wek seroka Perlemanê destbikar bû, ji alîyê perlemantarên Firakisyona YNKyê  di perlemana Kurdistanê de hatim destnîşankirin ku serokatîya firakisyonê bixim stûyê xwe.

Got jî: Bi awayeke demkî seperiştîya firakisyonê dikim, lew min bi Mekteba Sîyasî ya YNKyê ragehandîye ku ew kesekî din bo evê postê destnîşan bikin û ev erk bi wê re bihêt sipartin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin