YNKê derbarê rêkxistina hêzên Pêşmerge de biryar da

YNKê derbarê rêkxistina hêzên Pêşmerge de biryar da

YNK îro di civîna xwe de ku li Silêmanîyê hat lidarxistin, derbarê hêzên 70 û hêzên Pêşmerge de biryar da ku “li gor sîyaset û stratejîya serbazî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê” bihê rêkxistin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Encûmena Bilind a Sîyasî û Berjewendîyên YNKê di daxuyanîyekê de ragihand, ku îro Yekşemê 9ê Sibatê ew li Silêmanîyê bi serokatîya Kosret Resûl serokê encûmenê civîyane û di civînê de rewşa navxw eya YNKê, rewşa Iraqê û Kurdistanê, navçeyên nakok ên navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa hêzên Pêşmegre gotûbêj kirine.

Di daxuyanîyê de tê gotin: “Ji bo serxistina biryarên kongreyê û bicihanîna erkan li gor pêwîstî û hevsengîya sîyasî û partayetîyê, pêwîst e qonaxa hesas a niha bihê dîtin.”

Têkildarî rewşa navçeyên nakok û herwiha hêzên Pêşmerge jî di daxuyanîyê de hatîye gotin: “Metirsî hebû ku tevgera terorîstên DAIŞê zêdetir bibe û rewşa aloz a Iraqê wek derfet bi kar bînin, lewma ji alîyê Seorkê Emcûmena Bilind ve derbarê hêzên 70 û rêxistina Hêza Pêşmerge û rûbirûbûna terorîstan de, li got sîyaset û stratejîya serbazî ya Hikûmeta Herêmê û Wezareta Pêşmerge biryar hat dan.”

Encûmena Bilind a Sîyasî û Berjewendîyên Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê herwiha dibêje, “civînên Encûmena Giştî ya serkirdatîyê berdewam in, bi hêvîya ku tevahîya organên YNKê, ji Encûmena Bilind a Sîyasî û Berjewendîyên YNKê ve heta organên din bi hûrî biryaran di hemû astan de pesend bikin.”

Îsal di kongreya xwe ya çarem de, YNKê wek guhertinek di straktura xwe de, encûmeneke bilind bi navê Encûmena Bilind a Sîyasî û Berjewendîyên Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê ava kir. Kosret Resûl Elî serokatîya vê encûmenê dike.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin