YNK êrîşa asîmanî ya tirkan şîrove kir: Terora asîmanî ye

YNK êrîşa asîmanî ya tirkan şîrove kir: Terora asîmanî ye

Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ragihand ku "hikûmeta Tirkiyê bi eşkere terora esmanî bi ser welatiyên sivîl de disepîne, rewş metirsîdar e û ber bi teqînê ve diçe".

A+A-

Ragihandina Polîtburoya YNKê bi daxuyaniyekê bombebarana Tirkiyê ya ser çend gundên sînorê navçeya Çomanê şermezar kir û ragihand: “Çar welatiyên ku li gundê Serkan ê sînorê navçeya Çomanê canê xwe ji dest dane, endamên YNKê bûn. Ew li gundê xwe bêyî ku tenê çekdarekî jî têde hebe, bi jiyana xwe ya asayî, bi pîrozbahiya cejna Newrozê ve mijûl bûn, lê belê bûn qurbaniyên siyaseta şer a li herêmê.

 

YNKê di daxuyaniya xwe de eşkere kir: “Bêguman ji aliyê siyasî ve berpirsyariya qerebûkirina madî û manewî ya xizmên şehîd û zirardîtiyan dikeve stûyê hikûmeta Tirkiyê, ku bi eşkere terora esmanî bi ser welatiyên sivîl de disepîne.”

 

Polîtburoya YNKê bombebarana Tirkiyê bi bûyerên Efrînê ve girêdide û dibêje: “Ev tiştên ku têne kirin di demekê de ye dagirkirina Efrîn û gefên li ser Kobanî, Minbic, Rimêlan û Qamişlo, bombebarankirina gundên Herêma Kurdistanê, nîşaneyên wê yekê ne ku piştî serkeftina di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de, bernameyeke din a herêmî li holê ye û Rojhilata Navîn û herêm, ber bi rûbirûbûna terqîneke mezin diçe.”

 

 

Di daxuyaniya YNKê de tê gotin ku “Siyaseta zêdekirina şer a ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve, bi wê armancê ye ku nexşeya siyasî û cografî ya herêmê, ber bi berjewendiya AK Partiyê ve biçe”.

 

“Rojava li ber planeke leşkerî ya tirsnak rûbirû ye. Başûrê Kurdistanê jî li ber hilbijartineke çarenûssaz de ye. Lê belê mixabin ji bilî beyanname û sozdan li hember qurbaniyan, ti cure stratejiyeke nû ji bo çareseriya pirsgirêk û nakokiyên navbera hêzên siyasî yên parçeyên Kurdistanê ji bo têkbirina vê plana metirsîdar, li holê tine ye.”

 

Li ser çareseriya vê rewşê û rûbirûbûna metirsiyan Polîtburoya YNKê ragihand: “Çareseriya navxweyî ya hêzên Kurdistanî li aliyekî û berdestkirina piştevaniyeke zêdetir a navdewletî li aliyekî din. Herwiha dem ji dest neyê dayîn bo çareserkirina pirsgirêkên li nav Iraqê li gor destûrê. Di demeke herî nêz de çareserkirina qeyranên darayî yên gelê me baş e.”

 

Îro danê sibehê (22-03-2018) firokeyên şer ên Tirkiyê gundên Mawnan, Wesan, Serkan ên li navçeya Çomanê ya devera Balekayetî bombebaran kirin û di encamê de çar welatiyên ku ji bo seyranê derketibûn derve canê xwe ji dest dan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin