YNK: Êdî çênabe û nabe ku xwîna xortê Kurdan bi destê Kurdan were rijandin

YNK: Êdî çênabe û nabe ku xwîna xortê Kurdan bi destê Kurdan were rijandin

Bi ti awayî û ti hincetek ji bo şerê birakujiya di navbera hêz û aliyên Kurdistanî de nîne".

A+A-

Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) derbarê krîzên li Kurdistanê û çareserkirina wan daxuyaniyek belav kirîye. Di daxuyaniya YNKê de li ser bûyerên Xanesor a Şingalê hatîye gotin, “Êdî çênabe û nabe ku xwîna xortên kurdan bi destê kurdan birije.”

Polîtburoya YNKê piştî civîna 9ê Adarê Silêmaniyê di daxuyaniyeke nivîskî de, daxwaza xurtkirina pêwendiyên hemû aliyên siyasî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kirîye û li ser krîza Şingalê wiha gotîye: "Êdî çênabe û nabe ku xwîna xortê Kurdan bi destê Kurdan were rijandin. Bi ti awayî û ti hincetek ji bo şerê birakujiya di navbera hêz û aliyên Kurdistanî de nîne".

YNK balê kişandîye ser pêşxistin û başkirina pêwendiyên hemû aliyan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re û banga dîtina rêyên çareseriyê yên guncaw û bilez bo krîzên heyî kirîye.

Di berdewama daxuyaniyê de: "Di vê civînê de ku piraniya endamên polîtburoyê tê de amade bûn, gelek bi hûrî behsa pirsgirêkên siyasî û aborî hatîye kirin. Polîtburoyê tekezî li ser girêdayîbûna bi xal û bendên nexşerêya çareseriyên krîzên siyasî û aborî yên Herêma Kurdistanê kirîye."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin