YEyê Tirkiye bi tund şermezar kir

YEyê Tirkiye bi tund şermezar kir

Serokên YEyê dibêjin ku " çalakiyên ne-qanûnî yên Tirkiyeyê yên ku li Ege û Deryaya Spî ya Rojhilatî bi tundtirîn zimanî şermezar dikin û teqez dikin ku piştgiriyeke tekûz didin Qibris û Yûnanistanê."

A+A-

Serokên dewletan û hikûmetên 28 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê îro li Brûkselê dicivin.

Hate ragihandin ku dê çalakiyên Tirkiyeyê yên li Rojhilatê Behra Spî û Egeyê werin şermezarkirin û peyama piştgiriya Yûnanistan û Qibrisa Başûr were dayîn.

Di pêşnûmayê de, qala rageşiyên di navbera Tirkiye û welatên cîran de hat kirin, "Konseya Yekîtiya Ewropayê, bi zimaneke tund çalakiyên Tirkiyeyê yên li Rojhilatê Behra Spî û Egeyê şermazar dike û piştgiriya xwe ji bo Yûnanistan û Qibrisa Başûr radigihînin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin