YEyê pilana Trump ya aştîyê red kir

YEyê pilana Trump ya aştîyê red kir

Roja sêşemê 04.02.2020an Yekîtîya Ewrupa ji Bruksel da zanîn ku ew dê pêşnuma û pilana Amerîka ya têkildarî aştîya Rojhilata Navîn qebûl nekin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Berpirsê sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa Josep Borrellda zanîn ku ew hin beşên pilana aştîya li Rojhilata Navîn ya di navbera Îsraîl û Filistînê da, ku Amerîka pêşengîya wê pilanê dike red dikin ya ku dihêle Îsraîl wargehên li kenara Rojava ji bo xwe bihêle".

Josep Borrell dibêje, pêşnîyarên serok Trump li dijî hemû "Xalbendên ku civaka navnetewî li ser wan lihev kirine radiweste".

Hikûmetên Yekîtîya Ewrupa zelal dike ku ew wargehên Îsraîlê li ser erdê Filistînîyan ava kirine red dikin, erdê ku di şerê 1967ê da ji Filistîyan hatbû zep kirin di nav da Kenara Rojava, Qudisa Rojhilat û Girên Golanê, Borrell jî îro tekez li ser vê xalê kir.

Daxûyanîya Yekîtîya Ewrupa dide zanîn ku "Nabe pêngav ber bi dest danîna ser er bên avêtin, eger pêkhat ev dê bê nakokî nebe".

Yekîtîya Ewrupa bi tunedî pilana Trump red dike, berovajî geşbînîya di dema ragihandina pilanê de li meha bûrî.

Serok Hikûmetî Îsraîlê Benjamin Netanyahu di dema ragihandinê de gelek pesina palanê dabû, lê aerokê destilihata Filistînê Mehmûd Abas û piranîya welatên Arabî û Cîhanî plana Trump ya aştîya Rojhilata Navîn rexne dikin, Abas got, ewê bi ti awayî wê projeya Trump qebûl nekin, Filistînî dibêjin, Trump raste rast alîgirîya Îsraîlê kirîye.

Yekîtîya Ewrupa, ya ji 27 welatan pêkhatî, bawerîya wan bi çareserîya naskirina herdu dewletan heye ku Îsraîl û Filistîn jî li dawîyê dewletek serbixwe, demokrat, pêkve girêdayî û bikare jîyan bike heye."

Josep Borrell, dide zanîn ku "ji bo aştîyek adîlane û mayînde, pêwîste herdu alî raste rast li gel hev rûnin û pirsgirêkên xwe çareser bikin".

Di nava 27 welatên Yekîtîya Ewrupa da, hin welat, Filistîn weke dewletek serbixwe naskirîye, herçend piranîyan bawerî heye ku divê hemû pirsên girêdayî aştîya Rojhilata Navîn bi danûstendin û dîyalogê bihên çareser kirin.

Basnews

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin