Yên ku li dijî operasyona Efrînê derketibûn, sûc nekirine

Yên ku li dijî operasyona Efrînê derketibûn, sûc nekirine

Encamên lêpirsîna wan rewşenbîr û hunermendên Tirkiyê yên ku li dijî operasyona Efrînê derketibûn, hat ragihandin.

A+A-

Encamên lêpirsîna wan rewşenbîr û hunermendên Tirkiyê yên ku li dijî operasyona Efrînê derketibûn, hat ragihandin.

Par dema Tirkiyê dixwast êrişî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bike, 170 rojnamevan, nivîskar, hunermend û rewşenbîrên Tirkiyê bi daxuyaniyeka nivîskî li dijî wê yekê derketibûn.

Hikûmeta Tirkiyê li dijî wan û bi tohmeta ku alîgirtiya terorê kirine, lêpirsîn dabû destpêkirin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, encamên wê lêpirsînê ku ji aliyê serdozgeriya Enqerê ve dihat kirin, hat ragihandin û hat gotin ku wan ti sûcek nekirine û daxuyaniya wan di çarçoveya azadiya ramanê de ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin