Yekîtiya Ragihandina Azad: Berzan Ferman ji bo cihekî ne diyar hatiye birin

Yekîtiya Ragihandina Azad: Berzan Ferman ji bo cihekî ne diyar hatiye birin

.

A+A-

Yekîtiya Ragihandina Azad ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve hatiye avakirin, daxuyaniyek li ser revandina rojnamevan Berzan Ferman belav kir.

Yekîtiya Ragihandina Azad di daxuyaniya xwe de dibêje, roja 2 vê mehê nîvro Berzan Ferman li Qamişlo ji aliyê 3 kesan ve hate revandin, rûyê wan girtîbû û yek ji wan çekdar bû, ew revandin û birin cihekî nenas heta niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.

Di daxuyaniyê de hatiye ku ew ji destpêka bûyerê ve ligel asayşê rewşê dişopînin û ji aliyên pêwendîdar dixwazin lêkolînê li ser revandina wî bikin û dixwazin çarenivîsa rojnamevanê Kurd were eşkerekirin.

Yekîtiya Ragihandina Azad dibêje ew ji çarenivîsa Berzan Ferman bi tirs in.

Endamekî malbata rojnamevan Berzan Ferman ji Rûdawê re ragihandibû, ku roja sêşemî saet 12:15ê piştî nîvro 3 kesên rûpoş ku yek ji wan çekdar bû, ew girtin û bi vaneke spî birin bêyî ku sedema girtina wî diyar bikin.

Endamê malbata Berzan Ferman herwiha gotibû: “Me peywendî ligel Asayişê û aliyên pêwendîdar jî kir, lê kesekî bersiva me neda. Lewma ew daxwaz dikin ku çarenivîsa Berzan bê eşkerekirin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin