"Yekitîya navxweyî ya Kurdan destpêka serkeftinê ye"

"Yekitîya navxweyî ya Kurdan destpêka serkeftinê ye"

.

A+A-

Komîteya Birêvebir a Navendî (KBN) ya PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) roja 28.05.2022yê civîna xwe ya mehane ya asayî , bi awayê rû bir û li dar xist.

KBN ya PAKê şerdên Kürdistanê û Tirkîyeyê û rûdanên li cîhanê bi berfirehî nirxand û li gorî biryarên ku Meclîsa Partîyê ya PAKê girtibûn, nexşerêya xebata xwe ya di demên pêş de dîyar kir.

Dewleta Tirkîyeyê di sîyaseta xwe ya pir alî ya li ser dijâyetîya Kurdan da berdewam e.Ev sîyaseta êdî gihîştîye wê astê ku , bi bahaneya ‘’ewlekarîya gel’’ , konsertên hunermendên Kurd têne qedexekirin.Herweha çend hunermendên Tirk û Laz jî para xwe ji van qedexeyan distînin.

Qedexe kirina konsertên hunermendên Kurd, di eslê xwe da encama bîr û hest û pêşhukmî û hişmendîya nîjadperest û sowen in. Qedexe kirina konsertên hunermendên Tirk û Laz jî , nîşana bêtehamulîya fikrên cuda ye, nîşana tune hesibandina azadî û demokrasîyê ye.

KBN ya PAKê bangî her kesekî ku bi hestên mirovahîyê tedvigere dike , da ku li himber van qedexe û zextên nîjadperest û zordar rawestin.

Dewleta Tirkîyeyê di pêvajoyeke nû ya guhertinên nevxweyî da derbas dibe.Di vê pevajoya ku Tirkîye tê de derbas dibe, armanc û sîyaseta hevbeş ya Tifaqa Cimhur û Tifaqa Milet, ‘’Parastina Dewleta Tirkîyeyê ya heyî ye’’. Tifaqa Cimhur dixwaze bi Sîstema Serokatîyê ku sîstemeke Takekesî ya Totalîter e, paradîgmaya ‘’Yek welat, yek milet, yek dewlet, yel al’’ê bicîh bîne; Tifaqa Milet jî dixwaze bi Sîstema Parlamenterîyê ya Xurtkirî, paradîgmaya ‘’Yek welat, yek milet, yek dewlet, yel al’’ê bicîh bîne. Di armanc û bernameya Tifaqa Cimhurê de jî, di ya Tifaqa Miletê da jî, rawestandina şerî, pêk anîna demokrasî, azadî û edaleteke mayînde tune ye. Herweha di armanc û bernameya Tifaqa Cimhurê da jî, di ya Tifaqa Miletê da jî, hûn dev ji çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê berdin; qebûl kirina nasnameya Kurdî, perwerdeya bi zimanê Kurdî û fermîbûna zimanê jî tune ye.

Ji ber vê rastîyê, KBN ya PAKê dibêje, ji bo guherandina vê rewşa miletê Kurd a 99 sale ku nehatîye guhertin, gava ewil ewe ku, potansîyela herî berfireh a Kurdan , li ser daxwazên xwe yên acîl bibin yek û wek Terefê Kurdî tevbigerin.

KBN ya PAKê, girîngîyeke mezin dide wê înîsîyatîfa ku PAK, PSK, TDK-TEVGERê ji bo ava kirina Terefê Kurdî destpêkirine û ji bo ev însîyatîf bigihêje armanca xwe dê xebatên xwe bi sebir bidomîne. Herweha KBN ya PAKê, balê dikişîne ser wê yekê ku, divê Terefê Kurdî, bi hemû alîyên demokrat, azadîxwaz, edaletxwazên Tirkîyeyê ra jî, ji bo bernameyeke hevbeş a daxwazên acîl ên miletê Kurd jî di nav da,hevkarîyeke berfireh pêk bîne.

KBN ya PAKê, ji alîyekî ve girîngîyê dide xebata ava kirina Terefê Kurdî; lê ji alîyekî din ve jî, ji bo ava kirina tifaqêke stratejîk a neteweyî, demokratîk, Kurdistanî jî dê xebatên xwe yên ku heta îro meşandîyê, berdewam bike.

KBN ya PAKê, êrîşên Dewleta Tirkîyeyê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û herweha şerê PKKyê û Dewleta Tirkîyeyê yê li ser axa Başûrê Kurdistanî jî nirxand.

Dewleta Tirkîyeyê, nuha beşeke axa Rojava û Başûrê Kurdistanê dagir kirîyê. Lê bi vê jî qayil nabe; dixwaze li herdu alîyan jî, , bi navê ‘’Korîdora Ewlekarîyê’’, bi kûrahîya 30 KMyî, bi awayekî mayinde axa Rojava û Başûrê Kurdistanê dagir bike. Di vê dagir kirine da, armanceke esasî ya Dewleta Tirkîyeyê , li Rojavayê Kurdistanê rêlibergirtina statuyeke sîyasî, cografîk, neteweyeyî ye û herweha guherandina demografîya wê ye. Armanceke din a Dewleta Tirkîyeyê jî ,tehdît û lawaz kirina statuya federe ya Başûrê Kurdistanê ye, rêliber girtina pêşde birina vê statuya heyî û rêlibergirtina xurt kirina dezgehên dewletbûyînê ye.

Dewleta Tirkîyeyê dixwaze şerê Rusya-Ûkraynayê û serîlêdana Îsveç û Fînlandîyayê ya ji bo endamtîya NATOyê , ji bo rêlibergirtina mafên Kurdan wek firsendekê bikar bîne. Dewleta Tirkîyeyê, îro ne bes li Bakur, herweha li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî dijayetîya Kurdan dike, dixwaze rê li ber bidestxistina mafên neteweyî, li ber bidestxistina statuyeke neteweyî, sîyasî û pêşde birina destkeftinên heyî bigire.

KBN ya PAKê balê dikişîne ser vê sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya li ser dijayetîya kurdan hatîye ava kirin û bangî NATOyê û Netewên Yekbûyî dike, da ku rê li ber van armancên Tirkîyeyê yên li dijî kurdan bigirin û li gorî hiqûqa nevneteweyî, li gorî peymanên navnetewî yên mafê mirovan tevbigerin.

Aşkereye ku, PKK jî bi sîyaset û kiryar û helwestên xwe yên li Başûrê Kurdistanê, hebûn û biryar û serwerî û meşrûîyeta Parlamento, Serokatî, Hikûmet û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê nas nake, qebûl nake. Divê PKK , Başûrê Kurdistanê wekî dewletekê federe bibîne û rêzê li serwerî, dezgeh û yasayên wê bigire, li gorî biryarên wê tevbigere, şerê xwe yê çekdarî ji Başûrê Kurdistanê dûr bixe.

KBN ya PAKê di wê bawerîyê da ye ku, parastina destkeftinên heyî yên li Başûrê Kurdistanê, berpirsyarî û wazîfeyeke neteweyî û dîrokî ya hemû partîyên sîyasî yên li Başûrê Kurdistanê û ya hemû Kurdên cîhanê ne. Mixabin, PDK, YNK û hemû partîyên Başûrê Kurdistanê jî, îro bi bêtifaqî, nakokî, pirsgirêk û rikberîyên di navbera xwe da; rê ji êrîş û têkdan û dagirkirinên Tirkîyeyê û Îranê û xêrnexwazên din yên li ser Başûrê Kurdistanê xweştir dikin. PDK, YNK û hemû partîyên Başûrê Kurdistanê, divê demildest pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin; divê wek dewleteke yekgirtî ya kurdan tevbigerin; divê hemû hêzên pêşmerge, ewlekarî, aborî, dîplomasî û îdarî yên Başûrê Kurdistanê bibin yek û wek terefekî yekgirtî yê Kurdan bibin mixatabê Bexdayê û hemû dewletên herêmê û cîhanê. Rêvebirîya Herêma Kurdistanê divê li himberî êrîş û dagir kirinên Dewleta Tirkîyê û Îranê nerazîbûna xwe nîşan bidin, divê di qada navnetewî de bi dîplomasîyek xurt, daxwaz bikin da ku ev êrîşan bêne rawestandin û hemû dewlet nrêzê li Serwerîya Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê bigirin.

Li Rojavayê Kurdistanê, li gel ku di meşa ava kirina tifaqa Kurd û Kurd da gelek zehmetî , astengî, midaxale û hewlên têkdanê hebin jî; bi ya me rêya herî baş, rast û netewî ewe ku li ser esasên Mitabaqata Dihokê, li Rojavayê Kurdistanê rêvebirîyeke hevbeş a eskerî, aborî, sîyasî , aborî, dîplomatîk bê ava kirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê Rejîma Îslamî ya Îranê tu mafên gelê me qebûl nake, îdam û zilm û nehqî her berdewamin. Li himberî Rejîma Îslamî ya Îranê careke din gelê Rojhilatê Kurdistanê û gelê Îranê çalakîyên protestoyê li dar dixin. Ev çalakîyên protestoyê ji bo baş kirina rewşa aborî bin jî, di eslê xwe de protestoya li dijî zext û zilm û neheqîyan e. Em piştgirîya xelkê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê dikin.Kilîda destpêkê ya vekirina derîyê azadîyê, tifaq û hevkarîyên di navbera partîyên neteweyî, niştimanî yên li Rojhilatê Kurdistanê ye.Kurd yekgirtî bin dê bikaribin zêdetir ji firsendên ku bêne ber derîya wan feydê wergirin û dê piştgirîya hêzên navnetewî hîna zêdedtir bin.

Nirxandin û minaqaşeyên di cîvîna KBN ya PAKê da hatine kirin, biryarên ku hatine girtin û yekgirtin û lihevxwedî derketina navxweyî ya kadroyên PAKî, nîşana biryardarîya PAKîyan e, nîşana kultura sîyasî ya nûjen a PAKê ye.

Civîna KBN ya PAKê, hemû xebatên rêxistinî, aborî, sîyasî, ragehandinê û dîplomasîyê yên li Kurdistanê, Tirkîyeyê, Ewropayê , ji damezrandina PAKê heta îro bi aweyekî berfireh nirxand û careke din bi bawerî tesbît kirîye ku , li gel hemû kêmasî û zehmetîyan jî, PAK li Bakurê Kurdistanê hêza esasî ya azadîxwaz, neteweyî, demokrat, Kurdistanî ye.

KBN ya PAKê, ji bo organîzekirina pêwîstîya partîyeke xurtir a li Bakurê Kurdistanê , bang li hemû kadro, ciwan û jînên neteweyî, demokrat, azadîxwaz yên li Bakurê Kurdistanê, Tirkîyeyê û Ewropayê dike û dibêje li PAKê xwedî derkevin, PAK ya we ye, werin em bi hev ra PAKê mezintir û xurtir bikin.

02.06.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin