Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê...

Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê...

Bubê Eser

A+A-

Bi salan e ku mijara yekitiya Kurdan tim di rojevê de ye. Lê ew mijara giring nakeve jiyanê. 

Ev demek dûr û dirêje ku partî û rêxistinên me gelek caran xwe westandine, ceribandine lê bi ser ne ketine.

Piştî  xebatên dûr û dirêj ku ji bona bibin yek an eniyekê damezrînin bi hevre kar dikirin û dema bi ser nediketin, vê carê bi hev di ketin û hevdu sûçdar û gunehkar dikirin. Heta carna gotinên weha ji hevre dikirin ku bi salan êdî nikarîbûn bihatana ba hev.

Her ev hal û helwesta partî û rêxistinên me weha bû. Bi salane ku mijara yektiya partî û rêxistinên me li ser yekîtiyê derbas bû, hê jî dibe. Lê nabin yek. Çima?

Yek; ji ber ku di tahlîlên xwe de ne xwedî rastiyê ne. Sedema ku çima nikarin bibin yek nabînin. Loma jî heta ku rêxistinên me di vê rewşê de bin, wê tu caran yekîtiya partî û hêzên kurd û kurdistanî pêk neyê.

Dido; Ji bona yekitiya partî û rêxistinên  Kurdan çê bibe, pêwîste ku berê rêxistineke xurt hebe. Ew bi  fikreke nûjen, bê tirs be. Di nerîna  xwe de xwedî helwesteke neteweyî û zelal be, divê perê wê hebe û îmkanên wan ê medya berfireh û xurt be, lazim e. Heta ku rêxistineke weha li bakurê kurdistanê peyde nebe, divê êdî em behsa yekitiyan nekin. Bi rêxistinên qels, kêm hêz û bê îmkanên aborî yekitî çê nabe, nebûye û zehmete bibe. Li gor min sedema herî sereke ev e.

Sisê; Ew rêxistin û partiya dixwaze an bixwaze hemû partî û rêxistinên kurdan yên neteweyî bikin yek an jî di bin sîwanekê de  bicivîne, dive;

  1. Aboriyeke wan ya xurt hebe.
  2. Divê medyak wan xurt û ber fireh hebe Weke; TV, Rojname, Kovar û malperên internetê.
  3. Divê neteweyî be, berjewendiya rêxistina xwe nexe pêşya berjewendiya gelê xwe.
  4. Divê fireh bifikire û bikaribe hemû rewşenbîrên xwe hembêz bike, xwedî li wan derkeve.
  5. Divê ji partî û rêxisinên heyî hinekî cûda bifikire û xebatên xwe ji yên wan cûdatir bike.
  6. Divê tenê xwedî li endamên xwe derneke û  li ser wan siyasetê neke.
  7. Divê tehamula wê û li wan rexnekirinê hebe. Hemû rexnan weke dijminatiyê bi nav nekin.
  8. Divê li dora xwe binêre, dostên xwe bibîne û ji bona wan bêtir nêzîkê xwe bike, dive dilê wan nehêle, wan ji xwe dûr nexe. Ji ber ku dostekî bi rastî jî dilsoz dikare ji çend endamên ne çalak baştir be.

Ez hinekî vê vekim:

Bala xwe bidinê, di damezrandina PAK (Partiyia Azadiya Kurditanê) û heta demekê gelek karên hêja û dilsozane kir. Ji partî û rêxistinên din hinek cûdatir rê û rêbazeke da pêşya xwe û bi vê yekê roj bi roj berfihtir dibû.

Bi xebat û çalakiyên xwe  bala xelkê kişand ser xwe û hêviyên mirî ji nû de zîndî kir. Xelkê bi çavên xwe dît bi guhên xwe bihîstin ku wê ev rêxistina dilsozê gelê xwe, bi serkev e.

Lê çi bû;

Li gor min ew xebat, ew cahd ew berxwedan niha lawaz bûye an jî bûye weke ya rêxistinên din. Lê tenê netewebûna wê û dilsoziya wê weke berê maye. Gelo çima di xebatên xwe de lawaz ket? Lê li xwe vegerin, hemû xebatên xwe ji roja ewil heta niha berçav bikin, dikarin dîsa karên delal bikin hê jî şansa wê heye. Lê…..

Min carekê nivîsîbû û gotibû ku dive PAK jî nebe weke rêxistinên heyî, heger  bû weke wan êdî ewê jî weke wan xebatê bike ku ew xebat dê têra gelê me neke. Niha çi bû gelo? Çi ferqiya rêxistinên berê û PAK ji hev ma? NA nemaye. êdî wê hêdî hêdî gavan bi paşde bavêje û dibe ku di pêşerojê de ew jî weke gelek rêxistinên me bibe çend perçe.

Ji ber vê ye ez dibêjim;

JI bona rêxistineke xurt û çalak da ku bikaribe xelkê xwe hembêz bike û ji bona yekîtiya partî û rêxistinên heyî kar bike divê wan xalên min li jor nivîsî pêk bînin.

Heger PAKê bi wê lez bû  beza xwe, bi wê fedakriya xwe, bi cahd û dilsoziya xwe hemû ji bona medyayek xurt, aboriyeke saxlem, dîtineke rast û bê tawîz kiriba wê îro bikarîba pêşkêşiya yektîya partî û rêxisitnên bakurê kurdistanê jî kiriba û bikira.

Îcar heta ku rêxistineke li gor wan tiştên min nivîsiye peyde nebe wê tu caran yekitiya kurdan partî û rêxistinên wan jî nebe. Loma dive êdî em û rêxistinên me xwe li gor deman nûjen bikin û li gor şertên ku rêxistineke bikaribe wê yekîtiyê pêk bîne bi hevre  bixuliqîne.

Ew jî bi aboriyeke xurt, bi medyayek çalak û durust. Xwedî li rewşenbîr û zanayên xwe derketandinê dibe. Bûyer û kiryarên li bakurê kurdistanê dibe, bê alî û tirs bêjin. Êdî hûn dizanin…

nerinaazad

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin