Yekîtiya Ewropayê: Tirkiye, Pereyên YE li çi xerc dike?

Yekîtiya Ewropayê: Tirkiye, Pereyên YE li çi xerc dike?

Ligor Westmonster, Yekîtiya Ewrûpa ketiye dûv 1 milyar Euroyan ku wekî alîkarî daye Tirkiye, lê bersîv wernagire, li çi hatiye xerckirin.

A+A-

Brukselê ev pere ji bo alîkariya penaberên Sûriye dane Tirkiyê, lê Tirkiye red dike agahdariyê bide Yekîtiya Ewrûpaye, çi bi van pereyan hatiye.

Tirkiye diyar dike ku, xwedî yasaya parastina zanyariyan liser hin dahatan e û alîkariya Yekîtiya Ewrûpa jî dikeve çarçoveya vê yasayê, jiber vê naxwaze agahdariyan bide, ev pere li çi xerc kirine.

Nûnera Yekîtiya Ewrûpa Bettina Jakobsen diyar dike, bersiva Tirkiye ji bo wan ne cîhê qebulkirinê ye. Wan pere dane Tirkiye û dixwazin bizanin Tirkiye van pereyan di çi projeyan de xerc kiriye. Lê, heta bersiveke maqûl ji Tirkiye bigire bi dehan salan pêwîst e û derfeta şopandina wan pereyan ji destê Yekîtiya Ewrûpa derketiye.

Yekîtiya Ewrûpa pereyek zêde ya alîkariyan dide Tirkiye. Tenê ji bo amadebûn û xwerêkxistinê ji proseya endametiyê re 9.1 milyar Euro dane Tirkiye.

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin