Yekîtiya Ewropayê îstixbarata Îranê xiste lîsteya terorê

Yekîtiya Ewropayê îstixbarata Îranê xiste lîsteya terorê

Yekîtîya Ewrupa, Daîreya Îstixbarata Navxweyî ya Îranê, ku girêdayî Wezareta Îstixbaratê ya Îranê ye, xist lîsteya terorê.

A+A-

Yekîtiya Ewropayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di kêliya dawî de rê li ber hin êrîşên Îranê yên li axa Ewrupayê hatine girtin û da zanîn ku Konseya Ewrupayê ji ber wan planan dijî wî welatî tole ragihandine.

Daîreya Ewlekarî û Îstixbaratê ya Holanda dabû zanîn ku hin nîşan raber dikin ku di hin kuştinên li Hollanda yên sala 2015 û 2017’an de tilîya Îranê heye.

Wezîrê Derve yê Holanda Stef Blog diyar kir ku YEyê li ser pêşniyara welatê wî dijî Daîreya Îstixbarata Navxweyî ya Îranê û hin rêvebirên wê tole ragihandine û ew kes êdî nikarin serdana Ewrupayê bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin