Yekîtîya Ewropayê: Em ê mûzakereyên nû ligel Tirkiyê nekin

Yekîtîya Ewropayê: Em ê mûzakereyên nû ligel Tirkiyê nekin

Yekîtîya Ewropayê (YE) li ser proseya pêşketinê ya Tirkiye û heft welatên dî raporek amade kiriye. Li gor raporê Tirkiye bi paş de diçe û wê ligel Tirkiyê dest bi mûzakereyên nû neyên kirin.

A+A-

Yekîtîya Ewropayê (YE) li ser proseya pêşketinê ya Tirkiye û heft welatên dî raporek amade kiriye. Li gor raporê Tirkiye bi paş de diçe û wê ligel Tirkiyê dest bi mûzakereyên nû neyên kirin.

Îro çarşemê 29. 05. 2019an Yekîtiya Ewropayê rapora proseya pêşketinê ya aşkere kir. Rapor ya 1ê Adara 2018ê heta 1ê Adara 2019an e. Nûnera Bilind ya Karên Derve û Polîtîkayên Ewlehîyê ya Yekîtîya Ewropayê, Federica Mogherini û endamê Komîsyona Yekîtîya Ewropayê Johannes Hahn rapora navborî xwendiye.

Hahnî diyar kiriye ku li gor pêşbînîyên wan pêngaveka nû ya mûzekereyên digel Tirkiyeyê dê nebe.

Di raporê de hatiye diyarkirin di rewşa awarte de hin qanûn hatine qebûlkirin. Bi qanûnên nû karmendên dewletê (dadger jî tê de) ji karên wan hatine avêtin. Dema girtîbûna welatiyan hatiye dirêjkirin. Mafê seyahetê hatiye astengkirin. Hikûmetê desthilata waliyan zêde kiriye. Bi van guhertinan mafên bingehîn yên welatiyan hatine binpêkirin.

Xwediyên medyayê ne zelal e kî ne. Guman heye ku azadîya edîtoran nebe. Li gor raporê divê Tirkiye li ser îklîmê dest bi xebatên rêk û pêk bike.

(Wêne- Pixabay) 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin