Yekîtiya Ewropayê biryara cezdana Îranê da

Yekîtiya Ewropayê biryara cezdana Îranê da

Yekîtiya Ewropayê biryar da, ku bi sedema hewldan bo karên terorîstî li welatên Ewropayê, dorpêçan bi ser Îranê de bisepîne.

A+A-

Daxwaza sepandina dorpêçan bi ser Îranê de,roja bihorî Duşemî 19ê Mijdarê ji aliyê Wezîrê Derve yê Danmarkê ve û di civîna weîzrên derve yên Yekîtiya Ewropayê de hate kirin.

 

Du berpirsên Ewropî ragihandine, ku wan biryar daye Îranê ceza bikin.

 

Wan du berpirsên Ewropî ku navên xwe eşkere nekirinn, dibêjin, bi sedema hewlên terorîstî yên Îranê li welatê Danmarkê ji bo kuştina 3 kesên dijbereyê, û herweha hewla teqandina civîna salane ya Mucahidînê Xelq li Parîsê, wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê biryar dan ku sizayan bi ser Îranê de bisepînin.

 

Hevdem Yekîtiya Ewropayê piştîvaniya pêngava Fransa ya destbiserdergirtina darayiyên Wezareta Îtilaata Îranê jî kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin