Yekîtiya Ewropayê 5mîn paketa sizayên li ser Rûsyayê aşkere kir

Yekîtiya Ewropayê 5mîn paketa sizayên li ser Rûsyayê aşkere kir

.

A+A-

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen ragihand, ew dê wek ceza salane bi qasî 4 milyar euroyan hawirdekirina rejûyê ji Rûsyayê qedexe bikin.

Ursula von der Leyen 5mîn paketa sizayên Yekîtiya Ewropayê li ser Rûsyayê eşkere kir.

Hate diyarkirin ku dê Yekîtiya Ewropayê salane bi qasî 4 milyar euroyan qedexeya hawirdekirina rejûyê li ser Rûsyayê bisepîne û li aliyê din dê qedexeya karabûnê li çar bankên Rûsî ku duyemîn banka mezin a Rûsyayê VTB jî di nav de ye, bide destpêkirin.

Ursula von der Leyen got, “Ev 4 bankên ku me bi temamî ji bazarê dûr xistin xwediyê %23ê pişkên di kerta bankdariya Rûsyayê de ne, ev dê sîstema darayî ya Rûsyayê bêtir qels bike.”

Wê berpirsa Yekîtiya Ewropayê tekez kir, dê biryara sizayên hatin û çûyîna keştiyên Rûsyayê bo benderên Yekîtiya Ewropayê jî di 5mîn paketa sizayên li ser Rûsyayê de bêne bicîkirin.

Ursula von der Leyen anî ziman ku ew dê herwiha qedexeya li ser operatorên veguhestina bejayî ya di navbera Rûsya û Belarusê de pêşniyar bikin, ku dê vebijarkên pîşesaziya Rûsî ji bo bidestxistina tiştên bingehîn heta qasekî zêde sînordar bike.

Sizayên bêhtir di rê de ne

Ursula von der Leyen destnîşan kir, sizaya ku dê bi qasî 10 milyar euroyan zirarê li bingeha teknolojiya Rûsyayê bide di rê de ye. Ji bo ku rê li ber qezenckirina pereyan li Rûsyayê bibire dê li ser gelek berhemên wek êzing, çîmento û lîkorê jî sizayên hinardekirinê bêne sepandin.

Seroka Komîsyona Ewropayê diyar kir, ji bo ku kompanyayên Rûsyayê ji endamên Yekîtiya Ewropayê danûstandinan û welatên endam piştgiriya li ser saziyên civakî kêm bikin dê çend rêgiriyên din jî bidine qebûlkirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin