Yekîtiya Ewropa karîgerî li ser Tirkiyê dike

Yekîtiya Ewropa karîgerî li ser Tirkiyê dike

Di civîna wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê de ev biryar hat dan.

A+A-

Yekîtiya Ewropayê ragihand ku ji ber çalakiyên Tirkiyê yên li Deryaya Spî, dê di çend waran de Tirkiyê ceza bike û ew ceza jî hatine pesendkirin.
 
Di çarçoveya cezayên ku li ser Tirkiyê hatine sepandin de, dê êdî Yekîtiya Ewropayê fona ji bo Tirkiyê bide rawestandin û civînên di asta bilind de jî li gel rayedarên Tirkiyê neyên kirin. Her di çarçoveya wan cezayan de wê êdî Banka Sermayegûzariyê ya Ewrûpî jî alîkariyên xwe yên darayî bide rawestandin.
 
Piştî civîna Yekîtiya Ewropayê ya li Brukselê, Konseya Peywendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyek da û ragihand ku di çarçoveya wan cezayan de, dê di mijara hêlên esmanî de, proseya endamtiya Tirkiyê ya di YE de û herwiha fonên alîkariyê yên Banka Sermayeguzariyê ya Ewropayê bo Tirkiyê bêne rawestandin ku qebareya wê alîkariyê 146 milyon Euro ye.


Yekîtiya Ewropayê herwiha daye xuyakirin, eger Tirkiye li ser siyaseta xwe ya niha li Deryaya Spî berdewam be, ew dê rêkarên din li dijî Enqerê pêk bînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin