Yekitiya Ewropa bo kirîna perpûna vîrusa korona li gel şîrketa Pfizer rêkeft

Yekitiya Ewropa bo kirîna perpûna vîrusa korona li gel şîrketa Pfizer rêkeft

.

A+A-

Komîsyona Yekitiya Ewropayê duh 11.11.2020ê ragehand, bi armanca 300 milyon dozên perpûna dijî vîrusa koronayê li gel du şîrketên Pfizer û Biontech rêkeftin pêkaniye.

Şîrketa dermanan a Pfizer a Amerîkî roja duşemê ragehand bi alîkariya şîrketa Almanî ya Biontech perpûnek berhemanî ku heta sedî 90 pêşî li pêketina vîrusa korona digre.

Şîrketa Pfizer bo çêkirina wê perpûnê ji şeş welatên cuda gelek test li ser 40 hezar kesan pêkanî.

Li gor nûçeya Reutersê, serokê komîsyona Yekitiya Ewropayê Ursula Von der Leyen ragehandiy, li gor wê rêkeftinê 27 welatên Yekitiya Ewropa dikarin 200 milyon doz ji wê perpûnê bikirin, herwaha fikra 100 milyon dozên din kirînê jî heye.

Li gor zanyariyên bijîşkî yên şîrketa Pfizerê belav kirine herkesek divê du dane ji wê perpûnê di heyama 3 heftiyan de bikarbîne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin