Yekîtîya Cotyarên Kurdistanê: Bexda berpirsîyarê şewitandina geniman e

Yekîtîya Cotyarên Kurdistanê: Bexda berpirsîyarê şewitandina geniman e

Yekîtiya Cotyaran Kurdistanê derbarê sûtandinên zeviyên cotkarên kurd li navçeya kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

A+A-

Yekîtiya Cotyaran Kurdistanê derbarê sûtandinên zeviyên cotkarên kurd li navçeya kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Îşev pêncşemê 30. 05. 2019an Yekîtiya Cotkarên Kurdistanê derbarê şewitandinên genimên cotkarên kurd ên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê da wiha hatiye gotin: “Destkarî hewla şewitandina genimên cotkaran bi şêweyekî dewam dike. Girûbeke çekdar herî dawî li gundê Heftexaryan li Daqûqê şewitand. Beramber wan kiryaran û şewitandina genimên cotkaran ti lêpirsînên yasayî û hiqûqî venebûne.”

Herwiha di berdewamiya daxuniyaniyê da hatiye gotin ku duhê êvarî dema agir bi genimê cotkaran ketiye cotkaran hewil dane genimên xwe vemirînin lêbelê hêzeke çekdar rê liber wan girtiye û nehiştine cotkarên kurd agirê li ser zeviyên xwe vemirînin û pevçûn di navbera hêza çekdar û cotkarên kurd da derketiye û ji ber wî şerî şehîd û birîndar jî çêbûne.

Di berdewamiya daxuyaniyê da bang li hikûmetê jî hatiye kirin û wiha hatiye gotin: “Şewitandina genimên cotkaran yek ji tawanên mezin e zirarê dide aboriya Iraqê bi taybetî jî aboriya Kerkûkê. Berpirsiyarê vê yekê jî hikûmeta federal a Iraqê ye û bi awayekî aşkere kurdan ji cihên wan derdixin û ereban li cih û warên kurdan bi cî dikin.

Yekîtiya Cotkarên Kurdistanê herwiha bang li Hikûmeta û Perlemantoya Kurdistanê, Neteweyên  Yekgirtî û aliyên peywendîdar dikin li dijî wan kiryarên biwestin û rê liber wan kiryaran bigirin.  

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin