Yekîtiya Awrûpayê 8 wezîrên Sûriyê xist lîsta reş

Yekîtiya Awrûpayê 8 wezîrên Sûriyê xist lîsta reş

.

A+A-

Yekîtiya Awrûpayê 8 wezîrên rejîma Sûriyê ku hêj nû hatine tayînkirin, xist nav lîsta reş ya dorpêçan. Li gor ragihandina Konseya Yekîtiya Awrûpayê dorpêçên ser rejîma Sûriyê zêdetir kirine.

Bi zêdekirina dorpêçan bo her 8 wezîrên Sûriyê jimara kesên dorpêçan li ser wan heye, gihaye 288 kesan. Di ragihandina Yekîtiya Awrûpayê de bo kesên di lîsteyê de qedexeya seyahetê heye û heyiyên wan yên li Awrûpayê hatine rawestandin. Di lîsteyê de navê 70 rêxistinan heye.

Yekîtiya Awrûpayê ji sala 2011 an heya niha tedbîrên dorpêçan bo kirîn û firotina petrolê, heyiyên banka navendî yên Sûriyê ku li Awrûpayê hene, ekîpman û teknolojiya ku pê zorê dikarin li ser xelkê deynin û komunikasyona xelkê an ku ragihandina xelkê asteng bikin, nafroşin rejîma Sûriyê û alavên navborî din ava lîsteya dorpêçan de ne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin