Yekem vaksîna coronayê ya Çînî gihişte Tirkiyê

Yekem vaksîna coronayê ya Çînî gihişte Tirkiyê

.

A+A-

Yekem beşa vaksîna coronayê ya Çînî ku ji 3 milyon doz pêk tê gihîşt Tirkiyê.

Wezîrê Tendirurstiya Tirkiyê Fahrettin Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku balafira beşa yekem a vaksînên Tirkiyê yên înaktîf vediguhêzîne, bi dema Kurdistanê saet 19.50 ji balafirxaneya Pekînê rabû, îro Çarşemê serê sibê saet 05:44ê gihîşt balafirxaneya Esenboga ya Enqerê.

17 konteyner vaksîna Covid-19ê bo depoyên Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê hatin veguhestin.

Fahrettin Koca got: “Balafira ku beşa yekem a vaksînên me vediguhêzîne gihîşt balafirxaneya Esenboga ya Enqerê. 14 rojan tê bêne testkirin û pîştî wê dê bi hevahengiya Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Gel vaksîn destpê bike. Em bi hev re dê serbikevin.”

Berî niha 2 caran dema şandina vaksîna coronayê ya Çînê bo Tirkiyê hatbiû paşxistin. 

Li gorî amara dawiyê ya ku ji aliyê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin hejmara kesên bi coronayê jiyana xwe ji dest dane gihaye 20 hezar û  388 kesan û herwiha hejmara kesên bi vîrûsê jî ketine  2 milyon û  178 hezar  û 580 kes in.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin