Yekem kovara wêneromanî a bi kurdî ya zarokan GOG derket

Yekem kovara wêneromanî a bi kurdî ya zarokan GOG derket

.

A+A-

GOG, yekem kovara dîjîtal a wêneromanî a bi kurmancî û kirmanckî/zazakî dest bi weşanê kiriye.

Kovarê navê xwe ji lîstikekî kevin a Kurdî girtiye. GOG bi giştî weke wêneroman hatiye amadekirin, ji bo zarokên temenê wan di navbera 7-14an de ye û ji 48 rûpelan pêk hatiye, bi zaraveyên Kurdî, kurmancî û kirmanckî/zazakî dest bi weşanê kiriye.

Di kovarê de karakterên wekî Red Kit, Yakari, Thorgal, Milo, Qirix û Porsorê cîh girtiye.

Derhênerê Weşanê yê Giştî yê Kovarê Îmam Cîcî ye û her wiha Dogan Guzel û Ender Ozkahraman jî di nav edîtoriya kovarê de ne. Kovar niha mehê carek dê wekî dîjîtal weşana xwe bidomîne.

Di yekem kovara dîjîtal a wêneromanî de serhatiyê kovboyê navdar Red Kît, Yakariyê Çermsor ku bi sewalan re diaxive, Thorgal û Milo cîh digirin. Ji bilî karakterên biyanî, Dogan Guzel bi “Qirix”ê xwe yê navdar, Ender Ozkahraman bi “Çîrokên Wê Derê” û Îmam Cîcî bi rêçeya “Ev kî ye?” cih bigirin. Efsaneya Mezopotamyayê Şahmaran ku Evdal Can xêz kiriye û nivîsandiye yekem car weke wêneroman derdikeve pêşberî xwendevanan.

Di yekem hejmara kovarê de çîrokek Asaf Hanûka, xêzkarê navdar ê îsraîlî jî di kovarê de cih girtiye. Her weha di kovarê de zanyarên ku dîroka mirovahiyê guhartine, çîrokên hunermendan, analîza xêzekarakteran, agahiyên il ser pirtûk, zanist û hunerê jî hene.

Alternatîfeke ji bo pêşxistina ziman

Îmam Cîcî, Gerînendeyê Weşanê yên Giştî yê GOGê destnîşan kiriye ku armanca wan ewe, ji bo zarokên ku bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin ji bo pêşxistina zimanê wan bibe alîkar û qadeke alternatîf û taybet ava bike. Di heman demê de ji bo nivîskar û xêzkarên kurd bi zimanê xwe berhem bihîne platformeke serbixwe pêşkêş bike.

Cîcî diyar kiriye ku kovar dê wekî dîjîtal dom bike, lê piştî demekê hedefa wan ew e ku wekî çapkirî jî bigihînin xwendevanan.

Ji bo zêdetir agahiyan hûn dikarin navnîşana www.gog-weneroman.com bitikîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin