Yekem keştiya genimê Ukraynayê gihîşte Tirkiyê

Yekem keştiya genimê Ukraynayê gihîşte Tirkiyê

.

A+A-

Piştî destpêkirina şerê Ukraynayê ji 24ê Sibatê ve, yekem keştiya genimê Ukraynayê li Deryaya Reş gihîşte bendera bakurê Stenbolê.

 Piştî destpêkirina şerê Ukraynayê ji 24ê Sibatê ve, yekem keştiya genimê Ukraynayê li Deryaya Reş gihîşte bendera bakurê Stenbolê.

Ajansa nûçeyan a AFPê ragihand, yekem keştiya genimê Ukraynayê gihîşte bendera bakurê Stenbolê û biryar e keştiya ku dirêjahiya wê 186 metre ye, ji aliyê Tirkiyê ve pişkinîna wê were kirin.

Keştî 26 hezar ton genimê Ukraynayê hinardeyî Trablus a li bakurê Lubnanê dike.

Ev yekem keştî ye ku piştî rêkeftina Stenbolê ya navbera Ukrayna û Rûsyayê bi çavdêriya Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî, genim vediguhezîne cîhanê, ku dê bibe sedema kêmbûna bihayê genim li cîhanê.

Rojek piştî rêkeftinê, bendera Odessa ya Ukraynayê ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hat armanckirin. Wezîrê Derve yê Rûsyayê di daxuyaniyeke xwe de gotibû, ev rêkeftina danûdexl, ku Rûsyayê îmze kiriye, ti bendek tê de tune ye ku nehêle Moskow êrîşî jêrxana serbazî ya Ukraynayê bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin