'Yêkê Yêkê' hişt û çû

'Yêkê Yêkê' hişt û çû

Muzîkarê navdar ê ji Gineyê yê bi navê Mory Kante ku li dinyayê bi strana "Yêkê Yêkê" navdar bûbû di 70 salîya xwe de mir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Hunermend Mory Kante li paytexta Gîne Konakrî li nexweşxaneyeke dihat derman kirin lê nekarî wî xilas bikin û roja 22'yê mehê wefat kir.

Kante di 29'ê adara 1950'î de li Kissidougou hatibû dinê. Di 7 salîya xwe de ji bo li korayê bide û hin dengên gelêrî hîn bibe wî dişînin Malîyê. Di sala 1971'ê de beşdarî koma Rail Band bû ku Salif Keita stranbêjê komê bû. Di sala 73'yan de Keita dema vediqete Kante cihê wî dadigire.

Kante di sala 1987'an de bi strana "Yêkê Yêkê" navdar dibe û li dinyayê tê nasîn. Di sala 2001'ê de Dibe Qasidê Başîyê yê Rêxistina Çandinî û Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî.

Ew di nav hemû hunermendên Afrîkayê de bûbû kesê yekemin ku herî zêde albumên wî hatine firotin.

Kante roja 22'yê mehê ji ber dilê xwe li nexweşxaneyê wefat dike.

Albumên wî ev bûn:

- Courougnegne (1981)

- N'Diarabi (1982)

- A Paris (1984)

- 10 Cola Nuts (1986)

- Akwaba Beach (1987) (#1 SUI; #13 GER; #43 SWE)

- Touma (1990)

- Nongo Village (1993)

- Tatebola (1996)

- Tamala – Le Voyageur (2001)

- Best Of (2002)

- Sabou (2004)

- La Guinéenne (2012)

- N'diarabi (2017)

Dîyarname

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin