YE: Tişta diqewime ne dubarekirina şerê sar e

YE: Tişta diqewime ne dubarekirina şerê sar e

.

A+A-

 Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell li ser şerê Ukrayna û Rûsyayê dibêje, “Tişta diqewime ne şerê Rojhilat û Rojava ye. Ew ne dubarekirina şerê sar e. Em piştgiriya serweriya hemû welatan dikin.”

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê li ser rewşa sivîlan jî tekez dike, ya girîng vekirina korîdoreke mirovî ye bo xelkê Ukraynayê yên ku şer û pevçûnên dijwar li navçeyên wan hene daku bikaribin xwe bighînin cihên aram.

Koçberiya ji ber şer

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell li Brukselê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku di dema çend rojên borî de zêdeyî yek milyon kesan axa Ukraynayê bicîh hiştine û çûne nav welatên endamên Yekîtiya Ewropayê û Moldova û di rojên pêş de jî ev hejmar zêdetir dibe.

Borrell tekez kir, divê korîdoreke mirovî bo wî xelkê bê vekirin ku şer û pevçûnên dijwar li navçeyên wan hene û got, “Armanca cezayên Ewropa û hevbeşên wê ne guhertina desthilatê ye li Rûsyayê, lê lawazkirina aboriya wî welatî û bihêzkirina pêgeha Ukraniyan e di danûstandinên siberojê de.”

Operasyona serbazî ya Rûsyayê bo ser Ukraynayê di 24ê meha borî de destpê kiriye û ew jî bûye sedema koçberbûna zêdeyî milyonek û 200 hezar kesan û derbiderbûna hejmareke zêdetir a xelkê wî welatî.

Beşek ji axaftina Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell:

“Tişta diqewime ne şerê Rojhilat û Rojava ye. Ew ne dubarekirina şerê sar e. Em piştgiriya serweriya hemû welatan dikin. Em piştgiriya serwerî û yekparçeyiya welatan dikin. Welatên Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûrê ser zevî. Ev ne şerê navbera du parzemînan e. Em piştgiriya yasaya navdewletî bo serweriya welatan û yekparçeyiyê dikin. Binpêkirina sînorê welatan ne tişteke li cîhanê li ba ti kesekî pesendkirî be. Em ne dijminê xelkê Rûsyayê ne. Em dostê Ukrayniyan e û di vî şerî de hevkariya wan dikin, lê em ne dijminê xelkê Rûsyayê ne jî. Tişta diqewime şerê Putin e û tenê ew jî dikare dawiyê lê bîne.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin