YE: Rewşa rojhilatê Deryaya Spî gelek xirab e û Enqere berpirsyar e

YE: Rewşa rojhilatê Deryaya Spî gelek xirab e û Enqere berpirsyar e

Yekîtiya Ewropayê berpirsyariya "rewşa xirab" a rojhilatê Deryaya Spî xiste stûyê Tirkiyê û bi alozî û tevlihevkirinê tohmetbar kir.

A+A-

Peter Stano, Berdevkê Nûnerê Bilind ê Asayîş û Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê ragihand; Brukselê peyama zelal bi rêya hemû cûreyan gihandiye Enqereyê û divê Tirkiye wê peyamê li ber çavan bigre, da ku welatên Ewropayê neçar nebin rêkarên li dijî wê werbigrin.

Stano diyar kir: “Tiştê ku niha li ser Tirkiyê pêwîst e; rawestandina alozî û tevliheviyê û rûniştina li ser maseya gotûbêjan bi mebesta dîtina çareseriya herdemî ji bo hemû kêşeyan.”

Brukselê mohlet dabû Tirkiyê ji bo sûdwergirtina ji navbeynkariyan û hewlên dîplomasiyê bo aramkirina rewşê li Deryaya Spî û amaje bi îhtîmala rêkarên tund li dijî Enqerê jî kiribû.

Tê çaverêkirin ku serkirdeyên dewletên Ewropayê di lûtkeya 24ê Îlonê de li ser aloziyên li rojhilatê Deryaya Spî gotûbêj bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin