Yê li dijî milîyetçîtîya kurdî be ne dostê kurda ye

Yê li dijî milîyetçîtîya kurdî be ne dostê kurda ye

Kurdên kurdperwer, nasyonalîst dibê nebin heval û piştgirê partîyeke wiha, dibê qebûl nekin Kubîlay Gunay û yên wek wî bibin nûner û berdevkên wan.

A+A-

Berdevkê HDPê Kubîlay Gunay di civîna HDPê ya Edenê da gotîye:

”HDP, ewê ne teslîmî mîlîyetçîtîya Kurdistanê ya prîmîtîv(hov, îlkel), ne jî teslîmî sosyal şovenîzma rojava bibe. Ji sîyaseta Tirkîyebûnê dibê em vîya fêm bikin.”

 

Di vê roja dawîya salê da min nedixwest qala tiştekî wiha ne xweş bikim, lê piştî ku mêrik neyartîya xwe ya li dijî miletperwerîya (nasyonalîzma) kurdî eşkere kirîye, nabe meriv bêdeng bimîne, wek mîlîyetçîyekî kurd heqê min jî heye fikrê xwe bibêjim.

 


Berê jî berpirsîyarên HDPê gelek caran tiştên wiha gotine.

Yanî ev gotinên Kubîlay Gunay ne tiştekî nuh e û ne jî mexsûsî şexsê wî bi tenê ye. 


HDPê şerê li dijî fikir û îdeolojîya kurdperwerîyê ji xwe ra kirîye hedefeke sereke û vê yekê venaşêre jî. HDP e ev e, naxwaze kurd bibin nasyonalîst û doza Kurdistanê û serxwebûnê bikin.

HDP dixwaze fikir û îdeolojîya nasyonalîst di nava kurdan da bikuje, bifetisîne, kurdan entegreyî tirkîtîyê bike. 


Ez dibêjim ji bo ku em azad bibin dibê nasyonalîzm (mîlîyetçîtî) li Kurdistanê di nav kurdan zêde û xurt bibe, Kubîlay Gunay şerê wê dike, dixwaze rê li ber kurdperwerîyê bigre, kurdperwerîyê biçûk, pîs hakîr dibîne; dibêje HDP ewê nehêle kurd bibin nasyonalîst, ewê ji bo vê bixebite.


Du rê li ber kurdên di nava HDPê da ne heye, yek jê, dibê HDPê ji destê van kesên li dijî kurdperwerîyê ne derxînin. Bi bawerîya min ev ne mimkûn e û ya din jî dibê dev ji HDPê berdin. 


Partîya li dij nasyonalîzma kurdî be, nasyonalîzma kurdî pîs, hakîr û hov bibîne, îşê kurdan di nav wê partîyê da tuneye, dibê kurd piştgirîyê nedin partîyeke wiha.


Kurdên kurdperwer, nasyonalîst dibê nebin heval û piştgirê partîyeke wiha, dibê qebûl nekin Kubîlay Gunay û yên wek wî bibin nûner û berdevkên wan.


Heger emê lidijî nasyonalîzma kurdî bin, jê ra bibêjin ”prîmîntîv, hov”, wê demê xebat û micadela me ya ji bo kurd û Kurdistanê ji bo çi ye? Wê demê em çi dixwazin?


Hewqas xebat, fedekarî, malwêranî bi hezaran şehîd û derbederî ji bo çi ye?

 

Not:
Axaftina Kubîlay Gunay bi di tirkî ye û di malpera ”Demokrat Haber” ê da heye.

Zinarê Xamo

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin