YE: Bila Tirkiyê xwe ji liv û tevgerên yekalî dûr bixe

YE: Bila Tirkiyê xwe ji liv û tevgerên yekalî dûr bixe

Li ser operasyoneke gengaz a Tirkiyê li dijî Rojhilata Firatê, Nûnera Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogerînî bang li Tirkiyê kir.

A+A-

Nûnera Karên Derve ya YEyê Federica Mogherini, piştî gefên Tirkiyê li dijî Rojhilata Firatê axivî û got divê Tirkiyê gavên leşkerî yen yekalî nevêje.

Mogherini wisa got: "Operasyona gengaz a ku Tirkiyê li Bakurê Sûriyê bide destpêkirin cihê nîgeraniyê ye. Li tevahiya herêmê li ser sekinandina tundîtiyê û bidawîanîna terorîzmê armancên me yek e. Ji ber wê, em bang li Tirkiyê dikin, gavên leşkerî yên yekalî ku dê Hevpeymaniya li Dijî DAIŞê bixin tengasiyê û bibin sebeba bêaramiyê nevêje."

Mogherini hişyariya rûbirûbûna leşkerên Amerîkî û Tirk da û got: "Di vê demê de ku em hatine dawiya şerê li dijî DAIŞê, divê hemû alî xwe ji  helwestên ku vê armancê xirab bike dûr bixin. Li herêmê, di dema operasyoneke li dijî YPG û PYDê, rîsk heye ku leşkerên Amerîka ûTirkiyê rûbirû bibin. Tê pêşbînîkirin ku wexta 2 dewletên NATOyê bikevin rewşeke bi vî rengî, hem ji bo herêmê hem jî ji bo van herdu aliyan jî bibe sedema pirgirêkên cidî.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin