Nezîr Cibo

Nezîr Cibo

Hemû nivîsên nivîskar >

Yaşar Kemal û Ziman

A+A-

Min di van rojên nêzîkde pirtûka "Yaşar Kemal  Kendini Anlatıyor/Alain Boskuet ile Görüşmeler" xwend. Nivîskarê navdar Alain di derheqa jiyana wîde dipirse, ew bersiv dide.
Bi rastî beriya niha min gelek romanê niviskarê mezin xwendibûn. Lê di derheqa jiyana wî de heya niha tiştekî  wiha bi rêk û pêk nexwendibû. Ez karim bêjim piştî ku min ev pirtûk xwend, dîtinên min ên di derheqa Yaşar Kemal de hatin guhertin.

y-003.jpg

Çaxê li jiyanê bû, firset çê nebû ku rûbirû ez jêre bêjim lê, heya niha min di dilê xwe de wek gelek Kurdên neteweperest gazin jê dikir û wiha rexne dikir:

"Tu kurdî  lê mixabin tu niviskarê Tirkayî.  Te ji wanre bidehan pirtûk nivîsand û ji edebîyata wanre  xizmetekî mezin kir. Lê mixabin te yek pirtûkek bi Kurdî nenivîsand û ji vî milletê mazlumre di qada ziman û edebîyatê de te qet xizmet nekir. Nav û dengê te him li Tirkî him li Dinyayê wek niviskarekî Tirk bela bû. Lê tu bi eslê xwe Kurd bûyî. Lewma em xwedê mafin ku gazinan ji te bikin."

Belê, heya niha di derheqa wî û hinek nivîskarên bi eslê xwe kurd ku wek wî bi Tirkî dinivîsin ez wiha difikirim.

Lê piştî ku min ev pirûk xwend û di derheqa jîyana wî de xwedî agahîyên bi rêk û pêk bûm, min famkir ku ez û yên wek min difikirin nehehaqîyan lêdikin.  Eger em bi kurtasî li jiyana wî, şert û mercên herema ku têde hatîye dinyayê û lê  jiya ye binêrin dê ev yek werê fam kirin.

Navê Yaşar Kemal ê esasî Kemal Sadik Gökçeli ye. Malbata wî bi eslê xwe Kurde û ji gundê Wanê yê ku navê wî  Ernîs(Ünseli) e. Ji malbateke mezine û mensubê aşîreta Luvan a. Di sala 1915 an çaxê Rus wan dora îşgal dikin wek gelek malbatên Kurd ew jî koçber dibin û tên derdor a Kilikya ku Tirk jêr dibêjin Çukurova.

Liser pirsa A. Boskuet Yaşar Kemal di derheqa vê heremê û jiyana xwede wiha dibêje:

"Ez ne li xaka Kurdistanê hatime dinê. Dê û bavê min, jiber îşgala Rusan, di sala 1915an de revîyan û tên Çukurova li vî gundî(Hamite) bi cî dibin. Ez li vir hatime dinê... Ev gund, gundekî Türkmenan bû... Ez karim bêjim ku ji alî ziman û çanda Tirkî heremek herî dewlemend bû. Li gund, xeynî malbata min pêve tukesî bi Kurdî nizanîbû... Di zarokîtaya xwede xeynî navmalê pêve li tuderan ez leqayî Kurdî nebûm.... Dê û bavê min tim bi Kurdî dipeyvin lê em zarok bi Tirkî bersiva wan didan."

Wekî ku wî jî diyarkirîye Yaşar Kemal,
ne li axa  Kurdistanê, li gundekî Çukurova ku navê wî "Hemite" ye hatiye dinê.  Li gund xeynî malbata wî pêve tukesî bi Kurdî nizanîbu. Gelê gund hemu Tirk bûn.  Herem ji alê ziman û çanda Tirkî ya gelerî pir dewlemend bû. "Meriv karê bêje ku hemû jinên Çukurova helbestvan û hozan bûn. Gerek jin gerek mêr, kesê helbestek Karacaoğlan jiber nizanîba tunebû. Kesê nizanîba di civakê de wek bêfehm û cahil dihat şanîdan"

Ew jî hêj di 7-8 salîya xwede, helbestên van ozanên Tirk ên wek Karacaoğlan û Dadaloğlu fêr dibe û jiber dike. Ji xeynî van gelek hozanên heremê ên wek, Çolak Ökkeş, Gavurdaxlı Aşık Hacı, Aşık Murtaza, Küçük Mehmet, Güdümen Ahmet ji nêzikayî nasdike û wan ji xwere dike nimûne û di şopa wande diçe, helbest û destanên wan fêrdibe.  Di 8 salîya xwede dest bi nivîsa helbestên Tirkî dike.
Di 14-15 salîya xwede nivîskar û sanatkarên Tirk ên wek Abidin Dino, Arif Dino, Pertev Naili Boratav nasdike  û bi wanre ji nêzîkayîve têkîlîyan dideynê. Her wiha bi her alî dibin tesîra wende dimîne. Hêj 17 salîye dest bi nivîsa çîrokên Tirkî dike. Û piştre di rojname ya Cumhurîyetê de dest bi rojnamegerîyê dike.

Perwerda sereke jî li vî gundî diqedîne. Dest bi perwerdahîya navîn dike lê xilas nake, nivco dihêle.

Îcar piştî ku ez van agahiyên diderheqa jiyana nivîskarê mezin de fêr bûm, min ev pirs ji xwe kirin:

Gelo Yaşar Kemal divan şert û mercên jiyanê de mumkûn bû ku fêrî Kurdî bibe û romanên xwe bi Kurdî binivîse?
Gelo ma Yaşar Kemal bi riza xwe ev jiyan qebûl kir? Gelo ma sucê wî bu ku li welatê Tirkan  hate dinyayê?  
Ma gelo, wî nexwest ku Evdalê Zeynikê, Ahmedê Xanê, Melayê Çizirî û Cegerxwîn nas bike û bi helbest û çanda wan bijî û bibûya Yaşar Kemal ê Kurda?
Gelo çima ciyê bav û kala û herema behra Wanê nenivîsand, lê her tim Çukurova nivîsand?

Min bersivên van pirsa dîse di gotinên wî de dît. Wiha dibêje:

"Ji min dipirsin, çima Yaşar Kemal hertim Çukurova dinivise?
...Ez ne ji ezmana hatim. Ez li gundekî Çukurova hatim dinê, min xwe li navçeyekê, li bajarekî Çukurova naskir û li wê  xwezayê jiyam. Ez li Akdenizê û li Torosa jiyam. Çaxê min çavê xwe vekir evder dîtin. Her wiha min Çukurova nivîsî. Kafka dinav civatek broqratde hat dinyayê û jiya. Lewma Dawa û Şato nivîsî. Dostoyevskî li Petrograd li Sibiryayê jîya, însanên wê heremê nasnekirin. Lewma di derheqa psîkolojî ya wan de analîzên serkeftî nivîsand?  Wek van eger Tolstoy jî ne gûndîyekî asîlzade bûya û dinav wande ne jiyabûna dê çawa karekterên gundîyan analîz bikra û Nataşa bi  afiranda ?"

Bê guman dê nekarîba... Çimkî Nivîskar û wêjevan bi şert û mercên civakî, çandî, aborî û xwezayî ve girêdayî ye. Eger Yaşar Kemal li xaka Kurdistanê, li gundê bav û kala Ernîs ê hatiba dinyayê û li wê cografyayê  jiyabûna ma wê dîsa Çukurova binivîsanda? Bê guman na, ne Çukurova, wê Behra Wanê, wê çiyayê Sîpanê binîvasanda. Wek dê û bavê xwe wê bi Kurdî bipeyîva û romanên xwe bi Kurdî binivîsanda.  Her wiha wê Evdalê Zeynikê, Melayê Çizirî,  Ehmedê Xanê û Cegerxwîn nasbikra, wê çîrok û helbestên wan jiber bikra û dê wan ji xwere bikra mînak, dê lipey şopa wan biçuwa. Lê mixabin bayê felekê, hêj nehatî dinyayê wî ji kok û aslê xwe qut kir û qedera wî kifş kir û wî kir Yaşar Kemal ê Tirka.

Wekî ku min fam kirîye, di vê pêvajoya jiyanê de suç û gunêhê wî tune. Her wiha gelek niviskarên wek wî ku bi ber bayê asimilasyonê ketine di heman helwest û rewşê dene. Tukes bi dilê xwe dev ji ziman û çanda bav û kala bernade û bi zimanêkî biyanî nagire.

Lewma, ji dêlva ku em wan rexne û şermezar bikin, divê em li hember asîmilasyonê xebatên ciddî lidar bixin  û her malbatê, sazîyên sivil  û partîyên sîyasî, gund û bajaran,  sikak û kolanan  bi kurtasî tevahîya jiyanî bikin dibistanên berwerdeya zimanê Kurdî. Li alê din siyasîyên Kurdên bakur, ji bo zimanê Kurdî, berî her tiştî pêwîste ku statûyek fermî bidest bixin.

Li gora dîtina min ji bona  Yaşar Kemalên nû dernekevin çara yekem û herî lezgîn ev e. Wekî ku beriya niha min di nivîsek xwede anî bû ziman, eger em li benda serxwebûn û dewletbûnê bisekinin li bakura welat zimanek wek Kurdî dê nemîne.

Gelo ez şaş difikirim? Îcar bila xwendevan biryar bide.

Önceki ve Sonraki Yazılar