“Ya DAIŞê ne şerîet û ne jî Îslam, terorîzm bû”

“Ya DAIŞê ne şerîet û ne jî Îslam, terorîzm bû”

Jineke Çeçenî ku li Sûriyê hevjîna çekdarekî DAIŞê bû, dibêje tiştê ku wan dîtî, ne cîbicîkirina şerîetê an jî Îslamê bû, ew terorîzmeke rast e rast bû.

A+A-

Jineke Çeçenî ku li Sûriyê hevjîna çekdarekî DAIŞê bû, dibêje tiştê ku wan dîtî, ne cîbicîkirina şerîetê an jî Îslamê bû, ew terorîzmeke rast e rast bû.

 

Jineke Çeçenî ku li Sûriyê hevjîna çekdarekî DAIŞê bû, piştî belavbûna wê rêxistinê, niha vegeriyaye Grozniya paytexta Çeçenistanê û bi riya Encumena Mafên Çeçenan, bo ku ew jî ji aliyê tundrewan ve neyên xapandin behsa ezmûna xwe ji nifşê nû re dike. Zalîna dibêje, tiştê ku wan dîtî, ne cîbicîkirina şerîetê bû, ne jî îslam bû, ew terorîzmeke rast e rast bû.

 

Zalina Gabibulayeva jina Çeçenî, 5 salan li Sûriyê hevjîna çekdarekî DAIŞê bû, niha vegeriyaye Grozniya paytexta Çeçanistanê.

 

Zalina behsa çîroka xapandina xwe dike ji aliyê wê rêixsitên ve, bê ka çawa DAIŞê bi navê Islamê xelk xapandin û ew ji piraniya welatên cîhanê birin Sûriyê. Niha li Groznî li nav dibistanan nifşê nû yê ciwanan fêrî mitirsiya tundrewiyê dike.

 

Zalina Gabibulayeva dibêje, “Em hatine bikaranîn, divê em ji nifşê nû re bibêjin ka çi çêbû, divê heman şaşîtî neyên kirin.Tişta ku bûyî hovîtî bû, ew yek ne ji şerîet bû ne Islam bû.”

 

Li Groznî Encûmena Mafên Çeçanan jinên Çeçanî yên vegeriyayî ji nav rêzên DAIŞê perwerde dike û careke din wan tevlî civakê dike.

 

Endama Encûmena Mafên Çeçan, Kheda Saratova jî diyar dike, “Gelekî zehmet e ku jin behsa ezmûna xwe bikin, lê em rê didin wan ku tobe bikin. Lê dema ku behsa hurgiliyan dikin, wiha diyar dibe ku ew çiqas tundrew in, çi kirin e û çawa reviyane, rastiyê dibêjin, rastiya vê rêxistina terorîst nîşan didin.”

 

Bi derketina DAIŞê li Sûriyê û Iraqê , li gor çavkaniyên peywendîdar bi sedan jinên welatên Qefqasyayê û ji wan jî Çeçanî berê xwe dan herdû welatan. Piştî bidawîbûna leşkerî ya DAIŞê li Baxoza Sûriyê, li gor heman çavkaniyan niha zêdeyî 600 jin û 1200 zarokên DAIŞê yên Qefqasiyayê ku Çeçanî jî di nav wan de di kamp û girtîgehan de ne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin