Xwişka Elî Qazî: Birayê min wesîyet kiriye li Mehabadê bi xakê bê spartin

Xwişka Elî Qazî: Birayê min wesîyet kiriye li Mehabadê bi xakê bê spartin

.

A+A-

 Kurê Serokomarê Komara Kurdistanê ya Mehabadê Pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî îro li bajarê Bonn ê Almanyayê çû ser dilovaniyê.

Xwişka Elî Qazî, Suheyla Qazî ji medya Kurdistanê re ragihand ku birayê wê wesiyet kiriye li Mehabadê bi xakê bê spartin, lê  îro hikûmeta îranê li bajarê Mehabadê rê neda merasîma şînê ya ji bo Elî Qazî.

Kurê Serokomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî îro 10ê Tîrmeha 2022yan di 89 saliya xwe de li Almanyayê koça dawî kir.

Piştî wefata kurê yekane yê Rêber Kurd Qazî Mihemed, Elî Qazî li bajarê Bonnê yê Almanyayê bi beşdariya hevjîna wî, kur, keç, xwişk, xizm û kurdên ji her perçeyên Kurdistanê merasîma şingirtina wî li Mizgefta Ayînde ya Kolnê hat kirin. 

Xwişka Elî Qazî, Suheyla Qazî dema merasîmê ji Rûdawê re gotiye: "Piştî du rojan rewşa tenduristiya wî xirab bû, ew rakirin nexweşxaneyê û biryar bû îro wî bînin malê. Lê vê sibehê saet di 03:40an de li nexweşxaneyê dilê sekinî û jiyana xwe ji dest da. Ji 9 meha borî ve nexweş ketibû û li ser cihê xwe bû, nedikarî biaxive an jî bibihîze."

Derbarê wesiyeta birayê xwe ya dawî de Suheyla Qazî   got: "Dema ku ew li nexweşxaneyê bû, dikarîbû biaxive, lê wî hîs nedikir ku rojekê dê ew bikeve ser cihê xwe û nikaribe biaxive an jî nikaribe bibîne an jî bibihîze. Birayê min her tim digot eger ez tiştekî bi serê min de were, min dîsa bibin Mihabadê û min li wir li kêlaka bavê min re defin bikin. Ev wesiyeta wî bû. Daxwaza me jî ew e ku em li Mahabadê wî veşêrin, ji ber ku bav û kalên min li wir hatine veşartin." 

Suheyla Qazî   da zanîn ku niha du xwişkên wê li Mehabadê dijîn û ew bi xwe jî ev 43 sal in li Almanyayê dijî.

Suheyla Qazî li ser veguhastina cenazeyê Elî Qazî bo Îranê got: "Em dê sibe serdana konsulxaneya Îranê li Frankfûrtê bikin. Wê demê em dê ka bibînin helwesta wan çi ye.”

Suheyla Qazî bibîr xist, li Îranê bi taybetî li Mehabadê destûr nedane ku li mizgeftekê merasîma şingirtina birayê wê were danîn.

Elî Qazî Mihemed sala 1933yan li bajarê Meihabad ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye; dema Komara Kurdistanê hatiye ragihandin ew 13 salî bû. Ew demekê bûye serokê Partiya Azadiya Kurdistanê li Rojahilatê Kurdistanê û piştre ji ber nexweşiyê dev ji erka xwe berdaye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin