Xwestina sîstema demokrasîyê û miletên bindest

Xwestina sîstema demokrasîyê û miletên bindest

Dara Ersönmez

A+A-

Di nav civatekê de çalakî û helwestên mirovan girîng e. Her kesayetî li gor têgihîştina xwe têkilî bi civatê re datîne û li gor têgihîştina xwe bi civakê re parve dike. Berpirsyarî û armancên wan di nav civatê de jî xuya dikin. Divê kesayetîyên zanyar berpirsyarîya xwe bîne cîh û herwiha dikare tesîrê li civakê jî bike.

Ji bo pêkhatina armanca xwe, divê mirov demokrasîyê ji xwe re weke nimûne bigire û li gor prensîbên demokrasîyê tevbigere. Li gor vê, metodan fêr bibe û pêşve bixe. Herdem hewlên realist û realîteya civatê binêre û xwe li gor şert û zirûfan amade bike. 

Demokrasî ji bo parastina maf û heqê milletan e ku mirov bikaribe xwe bi her awayî îfade bike, li hember dîtinên din bi tolerans be, dîtinên cûda qabûl bike û mafê mirovan bi şaşî bi kar neyne. Di nav vê çarçevê de bikaribe helwestên xwe bi awayê demokratîk bide meşandin. Demokrasî nayê wê maneyê ku bersiva hemû tiştan bide. Mafdarîya mirovan zêdetir tê wateya, heqê ku mirov ji xwe re dibîne, pêwîst e eynî maf û heqê bide mirovên li hemberê xwe jî.

Lê ji bona milletên bindest şerê demokrasî û xwestina sîstema demokrasî, ji bo milletên din intixar e û ne karê miletên bindest e. Ji ber ku ji sistema demokrasîyê re sazîya dewletî divê ku mirov bikaribe şerê demokrasîya di nav mala xwe de ava bike. Lê ev prensîp naye wê wateyê ku mirov dev ji tekoşîna xwe ya demokrasîyê berde. Lê divê mirov bi hestên ruhê neteweyî û nasnameya xwe ve demokrasîyê bixemilîne û bike armanca xwe ya sereke.

Ji ber wê jî dibê ferd ji xwe ra demokrasîyê wek nimûne bigire. Ji bo vê jî, dema xwe gêhîştandin û fêrbûnê pêwîst e. Herdem hewlên realist û realîteya civatê zanîn xwe li gor şert û zirûfan amede dike. Ji ber ku demokrasî, li her welatê yên li cîhanê, hemû endamên miletê ji bo xwedî mafên wekhev ên di tekoşîna rêxistinên an polîtîka ya hikumetê de ne.

Demokrasî ji bo parastina maf û heqê millet giramî (qedir) girtin e. Û mirov bikaribe xwe bi her awayî îfade bike, li hember dîtinên din bi tolerans, dîtinên cûda qabûl bike û mafê mirovan şaş nebîne.

Ango mirov tekoşînê di çarçava demokratik û wek şexs di nav civatê de derxe pêş. 

A herî giring divê ferd bi nasnameya xwe derkev pêş. Divê xwe wek nirxên bingehîn qebûl bike û bi vî awayî nasnameya xwe dîyar bike ku mirov bi taybetmendîyên xwe, raman û nerînên xwe bi civakê re parve bike. Bi hewl û helwestên xwe ve karibe xwe bi xwe be.

Rolên herî giring.

a) Avakirna nasnameya xwe bi rêya têkildarî hawirdora xwe bi awayên cuda hawirdora karsazî yê famkirin e. Ev bi taybetî giring e ku nasnameya kesayet ji alîyên kesê din nayên dayin. Pêwîst e ferd xwe binêre bi hêztir nasnameya xwe bi ruhê millî ve ava bike.

b)  Di jiyana xwe ya rojane de, di civatê de bi çalakîyên  xwe  bikaribe nasnameya xwe zêdetir bide xuyakirin.

c) Binavkirina nasnameya kesekî/ê xwenasîn pêwîst e û beşek pir girîng ya jiyanê ye. Şexis neteweperestîya xwe ve helwestên xwe baş eşkere bike.. Ev tê wê wateyê divê netewebûyîn  bê fêm kirin û wateya wê were gengeşekirin. Di vê mijarê de her tim netewebûyîna xwe li ser demokrasîyê bibîne û nîyeta neteweperestiyê ji bo berjewendiya gel û welat; fedakar, kiryarên xweparêz di civatê de rola xwe bileyze. Bi vî awayî rojên herî nasname û netewebûyînê bawer bike ku bandoreke erênî li ser civata xwe pêk bine û xurt bike. 

Bi awayê neteweperestî dîtinên ideolojîk û olî li pêş netewebûyînê negire. Ji ber ku îdeala girîng ji bo milletên xwe, dewlet xwestin û xwedî li nasnameya xwe derketine. Nasnameya kesekî li seranserê formê jiyanê ye. Ji gelek taybetiyên cûda pêk tê. Têgeha nasnameya avahîyên bi xwe û bi ziman, reng, çand û dîroka xwe û ku çawa gelê xwe jî agahdar e. Bi wî babetê hestên ruhê neteweyî nasnameya mirov e û mirovên yekane terif dike.     

Lê rewşa iro û ew tiştên li dewletên dagirker diqewimin ber bi paşveçûyinê ve diçe. Civaka dagirkeran de kesayetî li gor dewletê û çarcova vî hatîye amade kirin.

Ji ber ku wexta kesên di bin bandora dewletê de bin, ew kesana tu caran nikarin afirandina bê takekesî de xwe rizgar bikin û tu caran nikarin nasnama xwe û netewebûyîna xwe derxin pêş.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin