Xwepêşanderan careke din rêya herêma Kurdistanê bo Bexdayê daxistin

Xwepêşanderan careke din rêya herêma Kurdistanê bo Bexdayê daxistin

Xwepêşanderên derîyê Bexdayê li navçeya Huseynîye, îro careke din rêya herêma Kurdistanê bo Bexdayê daxist û gefa daxistina bi temamî xwarin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Yek ji şofêrên rêya Germîyanê bo Bexdayê Mehmûd Îbrahîm ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 20.01.2020ê xwepêşanderên navçeya Huseynîye ya nêzîk ‘’Bub Şam’’ rêya hatûçûnê daxistin û şofêr asê mane nizanin dê çawa biçin bo nav Bexdayê.’’

Berpirsê ragehandina rêveberîya polîsê hatûçûya bajarê Xurmatû Zenûn Ebdulkerîm jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Zanyarî hene ku xwepêşander dixwazin çend demjimêrekî din rê bi temamî dabixin.’’

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin