Xwepêşander li nêzîkî kêlgeha petrolê kom bûn

Xwepêşander li nêzîkî kêlgeha petrolê kom bûn

Hate ragihandin, xwepêşandan li wê parêzgehê dest pê kiriye û xwepêşander li nêzîkî deriyê kêlgeha petrolê ya Zubêr kom bûne.

A+A-

Li gor ajansa Reutersê zêdetirî ji 250 xwepêşander li ber deriyê sereke yê kêlgeha Zubêr kom bûne û nerazîbûna xwe nîşan didin.

Ev çend roj in ji ber derketina alozî û pevçûnan di navbera xwepêşanderan û polîsan de, qedexeya çûnûhatina otombîlan li parêzgeha Besrayê hatibû ragihandin û îro bi awayekî nîvco hate vekirin.

Ji aliyekî din ve, berpirsên kêlgeha Zubêr a petrolê ragihandin, berhemanîna petrolê asayî ye û kompanyaya Îtalî “ENI” karê xwe tê de dike.

Ji ber pevçûnên di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de, ta niha zêdetir ji 10 kesan ji xwepêşander û polîsan hatine kuştin û nêzîkî 250 welatiyên din jî birîndar bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin