Xwepêşandanên li Sineyê: 12 kes hatine girtin, 9 kes jî birîndar bûn

Xwepêşandanên li Sineyê: 12 kes hatine girtin, 9 kes jî birîndar bûn

.

A+A-

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê belav kiriye ku di xwepêşandanên ji bo Jîna Emînî yên şeva din de li Sineyê 12 kes hatine girtin, 9 kes jî birîndar bûne.

Li gor agahiyên ji Rojhilatê Kurdistanê ve, xelkê Sine li dijî kuştina keça Kurd a 22 salî ya ji Seqizê Jîna Emînî ku berî çend rojan li Tehranê ji aliyê Polîsên Exalqê yên Îranê li Tehranê hatibû desteserkirin û piştre di bûyereke nezelal de canê xwe ji dest dabû, duh jî daketin kolanên bajêr û daxwaza zelalkirina bûyerê û cezakirina kesên ku bûne sedema bûyerê kirin.

Xwepêşandan bi taybetî li cadeya 6ê Behmen, cadeya Nemekî û Meydana  Azadî ya bajarê Sine berdewam e û hêzên ewlehiyê yên Îranê teqeyan dikin.

Welatiyên beşdar di xwepêşandanê de herwiha dirûşmên wek “Jîna tu namirî, navê te dê bibe sembol”, bilind kirine û sloganên wek “netirsin netirsin em hemû bi hev re ne”, dibêjin.

Medyaya fermî ya Îranê jî piştrast kiriye ku di xwepêşandanên şeva derbasbûyî yên bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê de, tundûtûjî hebûye û hejmareke xwepêşanderan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine desteserkirin.

Malpera Supaya Pasdaran vîdeoyeke xwepêşandanan belav kiriye û di raporekê de ragihandiye, hejmareke xelkê li bajarê Sineyê dijî berpirsên Îranê dirûşm gotin, hêzên ewlehiyê jî bi otomobîlan ava şid li dijî xwepêşanderan bikar anîn.

Li gorî wan videoyên belav bûne, hêzên Îranê teqeyê li xwepêşanderan dikin û gaza rondikrêj li dijî wan bikar tînin.

Li gorî medyaya fermî ya Îranê hejmarek xwepêşander ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê jî belav kiriye ku şevê din 12 kes di xwepêşandanên Sineyê de hatine girtin, 9 kes jî birîndar bûne.

2 kes ji girtiya ku bo ciheke nediyar hatine veguhestin, çalakvana diyar ya mafê jinan li Sine, Feranek Refîhî û çalakvan Lutfulla Ehmedî ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin