Xwepêşandanên li Iraqê/ Gelo Hikûmeta Kurdistanê çi difikire?

Xwepêşandanên li Iraqê/ Gelo Hikûmeta Kurdistanê çi difikire?

Ev 11 roj in xelkê Iraqê bi piranî li 10 bajaran nerazîbûna xwe li hember Hikûmeta Iraqê nîşan didin. Lê gelo Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê xwepêşandanên li Iraqê de çi difikirin?

A+A-

Xwepêşandanên li Iraqê 11 roj in didomin. 

Heta niha tê zanîn 12 kes canê xwe ji dest dan û 199 kes birîndar bûn û nêzîkî 540 kes hatin desteserkirin.

Her çiqas Hikûmeta Iraqê ragihandibe jî dê dahatên Basrayê zêdetir bikin û hin gavan biavêjin jî xwepêşander qebûl nakin û qadan vala nakin.

Her wiha Herêma Kurdistanê ji tê de înternet û torên medyaya civakî hatine rawestandin û sînordarkirin.

Lê gelo Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser mijarê çi difikire, helwesta Kurdistanê çi ye?

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser xwepêşandanan û helwesta Iraqê ji BasNewsê re axivî got:

"Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê guman alîgirê rawestandin û sînordarkirina înternetê nîne, lê diyar e rewşa wan navçeyan wisa dixwaze. Hêvîdar im pirsgirêk zû çareser bibin û êdî pêwîstî bi pêngavên wisa neke.’’

Her wiha Dizeyî got hêvîdar im ji aliyekê ve Hikûmeta Iraqê daxwazên rewa bicih bîne û ji aliyê din ve jî xwepêşander bi awayekî dûr li tundiyê daxwazên xwe pêşkeş bikin û ziyanê nedin milkên giştî.

Sefîn Dizeyî daxwaz ji hêzên ewlehiya Iraqê jî kir û got, rêz li xwepêşanderan bigrin û tundiyê bikar neynin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin