Xwepêşandanên başûrê Iraqê destpê kirin

Xwepêşandanên başûrê Iraqê destpê kirin

Xwepêşandanên başûrê Iraqê piştî demekî hatibûn ragirtin, dîsa destpê kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Duh 26.04.2020ê êvari hemwelatîyên bajarokê Rifaî yê ser bi parêzgeha Zîqarê xwepêşandanek pêkanîn û hewldan dest li ser avahîya qaymeqamtîyê de bigrin.

Li gor zanyarîyên çapemenîyê ji ber bikaranîna hêzê ji alîyê hêzên ewlehîya Iraqê ve li dijî xwepêşanderan, 7 xwepêşander birîndar bûn.

Ji ber belavbûna şewba vîrusa korona xwepêşandanên Bexda û başûrê Iraqê, yên destpêka meha cotmeh a 2019ê destpê kiribûn, di Adar a 2020ê û şûnde hatibûn ragirtin.

Heta naha hezar û 473 kes li Iraqê ber vîrusa korona ketine û ji wê hejmarê jî 83 kesan jîyana xwe ji dest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin