Xwendevanên Rojavayê Kurdistanê tevlî xwendevanên Herêma Kurdistanê tên kirin

Xwendevanên Rojavayê Kurdistanê tevlî xwendevanên Herêma Kurdistanê tên kirin

.

A+A-

Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Herêma Kurditanê û nûnerên UNICEF, UNHCR û UNESCO ji bo ragihandina sîstema têkilkirina xwendevanên penaber ên Rojavayê Kurdistanê di nav sîstema xwendina Herêma Kurditanê civiyan.

Ev system dê polên yek, du û sisêyan li xwe bigre, ji bilî çareserkirina rewşa xwendevanên Rojavayê Kurdistanê yên bê belge.

Rêvebera Giştî ya pilandananê li Wezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê Şîlan Xelîl Cinêd got “Ew ên ku pêştir çûne dibistanê, em dê ji bo wan testa bicihkirinê çê bikin. Ew ên ku belge hebin jî em dê ji bo wan çareser bikin. Wekî ku min got ev qonaxe seretayî ye. Em zarokan bê çareser nahêlin, em dê hemûyan çareser bikin.”

Ji sala 2019an ve UNICEF palpiştiya xwe ji sekterê xwendinê di nava kampan de rawestandiniye û ji wê demê ve Wezareta Perwerdehiya Herêma Kurdisrtanê li çareyekî digere.

Malbatên xwendevanan û piştî dîtina vê çareyê, beşek li gel in û beşik bi gaveke şaş dibînin.

Penaberê Rojavayê Kurdistanê Ednan Yasîn dibêje “Hinek dûrî zimanê Soranî ne, ji wan re bê gotin jî gelek tênagihîjin lê eger pola 1-2 bin belkî têbigihîjin.”

Penaberê Rojavayê Kurdistanê Mihemed Hesen got “Di destoêka wê de eger sala 1-2 bûna ev biryar hatiba stendin wê çaxê baştir bû, dê zarokê me bêhtir fêrî zimanê Kurdî bibûna.”

Penaberê Rojavayê Kurdistanê Mirwan Mihemed diyar kir “Em li Sûriyê bûn digotin hikûmeta Sûriyê nahêlin bi zamnê xwe yê Kurdi bixwînin, zimanê Kurdî qedexe ye. Piştî em hatin Herêma Kurdistanê, Hikûmeteke Kurdî ye dibêjin ti feyda zimanê Kurdî nîne, berovajî feyda zimanê Kurdî heye.”

Penaberê Rojavayê Kurdistanê Fêsel Mihemed destnîşan kir “Were bi Soranî biaxive welle jê re zehmet e, ji me re jî zehmet e. Eger spartekek bîne malê ez nizanim dersa wî bidimê, ji me re gelek zehmet e.”

Li gor Yekîtiya Mamosteyên Kurdistana Sûriyê, li tevahiya Herêma Kurdistanê nêzîkî 38 hezar xwendekarên Rojavayê Kurdistanê hene, li ser 57 dibistanan hatine dabeşkirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin