Xwendekarên Şingalê daxwaz dikin ezmûnên wan ji Duhokê bo Şingalê bên veguhastin

Xwendekarên Şingalê daxwaz dikin ezmûnên wan ji Duhokê bo Şingalê bên veguhastin

.

A+A-

Xwendekarên Şingalê yên pola 12 daxwaz dikin ku ezmûnên wan ên xwedninê li bajarê Duhokê nemînin û bo nav Şingalê bêne veguhestin.

Îro hejmarek ji xwendekarên Şingalî li bajarê Duhokê li ber avahiya Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Duhokê çalakiyek nerazîbûnê saz kirin û têde daxwaz kirin ku ew bikarin ezmûnên xwe yên xwendinê li Şingalê bikin.

Xwendekarên Şingalî yên pola 12 dane xuyakirin ku ti ciheke wan li Duhokê nîne ku têde bimînin û xerciyeke mezin dikeve ser milê wan û malbatên wan.

Wan xwandekaran daxwaz ji Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê kirin ku ezmûnên wan bo nav Şingalê bên veguhestin, ji ber ku di salên bihorî de ji ber wan pirsgirêkan gelek xwendekaran dest ji xwendinê berdane.

Xwendekarên Şingalî herwiha dibêjin, ji ber wan pirsgirêkan ew neçar mane dest ji xwendina Kurdî ya ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve berdin û biçin xwendina Erebî ya ser bi hikûmeta Iraqê ve.

Xwendekarek bi navê Semîre ku di çalakiyê de beşdar bû, ji Rûdawê re ragihand, “Kombûna me ya îro ji bo daxwazkirina ji Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Duhokê ye, ji bo veguhastina ezmûnên wezarî ji Duhokê bo nav Şingalê, ji ber ku me ne şiyan hene û ne kesek li Duhokê heye, û Şingal jî ne weke salên 2018 û 2019 ye, hejmara dibistanan li nav Şingalê û li derveyî Şingalê zêde bûne, herwiha hejmara xwendekarên pola 12 li Şingalê îsal gelek bilind bûye, ne maqul e hejmareke wisa mezin biçin Duhokê nêzîkî mehekê bimînin ku ne cihekî wan heye, ne destekî alîkariyê heye. Her ji ber wê egerê hejmareke zêde ya xwendekarên me par û pêrar dest ji xwendinê berdan.”

Fewaz, xwendekarekî din ê Şingalî jî ragihand, ew kombûna wan îro ji bo veguhastina ezmûnên wan ên xwendinê yên niştimanî bo nav Şingalê ye û got, “Me îmkanên wê yekê nînin ku li Duhokê ezmûnên xwe bidin, ji ber wê em daxwaz ji Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê dikin ku ezmûnên me veguhêzin û em bikarin li Şingalê ezmûnên xwe bikin, ji ber xelkê Şingalê gelek belengaz in û îmkanên me nînin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin