Xwendekarên Rûs têne Kurdistanê

Xwendekarên Rûs têne Kurdistanê

Zanîngeha Dewletê ya Zimanzanî ya Moskovê dest bi saleke nû ya xwendinê kir, yek ji wan zimanên ku li wê zanîngehê tê xwendin zimanê Kurdî ye.

A+A-

Zanîngeha Dewletê ya Zimanzanî ya Moskovê beriya çend rojan dest bi saleke nû ya perwerdehiyê kiriye, ku ev çar sal in tê de li gel 40 zimanên din ên cîhanê zimanê kurdî  jî tê fêrkirin.

 

Xwendekarên ku zimanê Kurdî hîn dibin, dawiya vê sale dê bawernameyên xwe yên bakaloryayê werbigrin, lê piraniya wan dixwazin heta mesterî û doktorayê jî biçin.

 

Pola kurdî sala 2016an bi destpêşxeriya mamostayê zankoya dewletê, kurdnas Vadîm Makarenko hatiye vekirin. Armanc jî, perwerdekirina kadrên dahatû yên ji bo Wezareta Derve û saziyên din ên dewletê ye.

 

Mamotayên zanîngehê dibêjin ew dixwazin ku beşek ji xwendevanên wan serdana Herêma Kurdistanê bikin ku ji nezîkve şarezayî zimanê Kurdî û rewşa siyasî ya Kurdistanê bibin û li ser Kurd û Kurdistanê zaniyariyan kom bikin.

 

Serokê beşa Herêmnasî ya Zankoya Zimanzanî ya Moskovê Vadîm Makarenko  ji Rûdawê re got: "Hêviya min ew e ku xwndekarên koma me, dê perwerdeya xwe ne tenê li zanîngehên Rûsyayê berdewam bikin, herweha ew dê li zanîngehên dewletên biyanî jî bixwînin, ku tê de pirsgirêka kurdî tê hînkirin. Ezd dixwazim ku beşek ji wan, herî kêm 2-3 kes ji wan masteriya xwe li zanîngehên Kurdistanê temam bikin. Ev yek gelek girîng e. Ji ber ku bi nêrîna min, divê pispor hem zimanê kurdî pir baş bizanin, hem jî divê li ser pirsgirêkên Kurdistanê, ji nêz ve hûr bibin. "

 

Mamostayê Zanîngeha Zimanzanî ya Moskowê Îkbal Durre: "Xwendekarên me ne tenê zimanê Kurdî hîn dibin. Ew fêrî kultur, edebiyat, aborî û siyaseta Kurdistanê jî dibin. An ku ew dê bibin pispor ne tenê ser zimanê kurdî. Tişta herî giring ew e, ku ew dê bibin pispor li ser Kurd û Kurdistanê bi tevayî."

 

3 xwendekarên Zanîngeha Zimanzanî ya Moskowê, ku piştî çend rojan dê ber bi Başûrê Kurdistanê ve birêkevin, pir bi kelecan û bi hêvî ne.

 

Xwendekara pola kurdî Tanya dibêje: “Zimanê Kurdî gelek balkêş e, û ji bo cîhanê nûjen pêwîst e. Ez dixwazim ji bo di warî zimanê Kurdî de pêşbikevim herim Kurdistana Iraqê. Ez dixwazin li Zanîngeha Selahadîn Eyubî edebiyata Kurdî bixwînim.”

 

Xwendekarê pola kurdî Dmîtriy jî got: “Ez kêfxweş im ku bo xwendinê diçim Kurdistanê. Ez hêvî dikim ku ev nerîta xwendina zimanê Kurdî li Rûsyayê berdewam be.”

 

Xwendekara pola kurdî Darya jî diyar ku ew gelek dixwaze bo xwendina xwe were Kurdistanê û got: “Ez dixwazim Kurdistanê bibînim û nas bikim. Ez dixwazim hevalên nû çêbikim.”

 

Rêveberiya Zanîngeha Moskow giringî dide bi peywendiyên li gel zankoyên Kurdistanê û pê bawer dike û ev yek xizmeta peywendiyên Rûsya û Başûrê Kurdistanê dike.

 

Seroka Rêveberiya Peywendiyên Navneteweyî ya Zanîngeha Zimanzanî ya Moskowê Irîna Şokîna jî wiha axivî: "Peywendî bi zankoyên Kurdistanê re bo me gelek girîng e, di serî de ji bo pêşvebirina peywendiyên rast û dostane  di navbeyna her du dewletan de. Da ku ev yek pêk were, pêwîstiya me bi perwerdekirina pisporên bi kalîfiye bilind heye. Jixwe zanîngeha me jî pisporên weha perwerde dike."

 

Mamostayên Zanîngeha Moskov dixwazin sala 2020an jî poleke bi zimanê kurdî bê rêkxistin û zaraveya soranî jî lê bê zêdekirin. Bê guman, ew tenê hêvî ye. Lê ya rast ew e, îro sebra yekemîn derçûyên dahatû yên pola kurdî êdî nayê, ku xwe bigihînin Kurdistanê.

RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin