Xwendekarên Beşa Kurdî kumên xwe ber bi hêviyên xwe ve avêtin

Xwendekarên Beşa Kurdî kumên xwe ber bi hêviyên xwe ve avêtin

Li Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê; xwendekarên beşa ziman û wêjeya kurdî derçûna xwe bi şahîyekê pîroz kirinDi nav kirasên xweyên herêmî de rengînîyek dan şahiyê. Bi govend û stranan hemû betilandina 4 salan li ser laş û giyanê xwe avêtin.

A+A-

Li Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê; xwendekarên beşa ziman û wêjeya kurdî derçûna xwe bi şahîyekê pîroz kirin
Di nav kirasên xweyên herêmî de rengînîyek dan şahiyê. Bi govend û stranan hemû betilandina 4 salan li ser laş û giyanê xwe avêtin. Her çiqas di şahiyê de kêfxweşî  li ser rûyê wan olan vedabe  jî di hişê hemûyan de çûnhatina heman pirsê hebû : Ew ê pêşeroja me çawa be? Ev yek jî tesîrek huznî/kêfxweşî dida wan.
 Wek ku tê zanîn taybetiya Zanîngeha Artûklûyê ew e ku li bakur û Tirkiyeyê heta li cîhanê, cara yekemîn bû ku dest bi Perwerdehiya Ziman û Wêjeya Kurdî kir. Ji Îlona 2011'an û bi vir ve; 250 xwendekaran ev beş xwendine û dîplomayên xwe bi dest xistine. Serokê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê Doç. Dr. Hayrûllah Acar dibêje; dersên wan ên li ser Ziman û Wêjeya Kurdî têr û tijî tên dayîn lê belê ji ber ku tayînkirina mamosteyên vê beşê kêm tê kirin, ev jî dibe cihê gazincan.
Li Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê, di bin banê Zankoya Wêjeyê de Beşa Ziman û Wêjeya kurdî hat vekirin û piştî ku cara yekemîn ev beş li Mêrdînê vebû; li Zanîngeha Alpaslan a Mûşê, li Zanîngeha Çewligê û Li Zanîngeha Wanê ya Yuzuncuyilê jî heman wekî zanîngeha Artûklûyê, di lîsansa bilind de perwerdehiya Ziman û Wêjeya Kurdî tê dayîn. Her wiha li ser daxwaza zêde ya xwendekaran; li Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê jî di teşeyên kursan de dersên Zimanê Kurdî tên dayîn. 
Ji vekirina Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî û heta niha ango 8 sal in; 5 serdemên vê beşê hatine bidawîkirin û ev serdema 6'an e. 
Daxwaza xwendekarên beşa Kurdî ew ku  rê li ber tayînkirina wan were vekirin û ev mesele ji rewşên sîyasî were veşuştin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin