Xurmatû ne ya kurdan e!

Xurmatû ne ya kurdan e!

Divê Kurd bi eşkereyî bi gotar û tevgerên xwe diyar bikin ku ew vê yekê nakin û ew çiqasî Xurmatû ya kurdan dibînin, ewqasî jî wê ya turkmenên Şîe û erebên Sunî jî dibînin.

A+A-

Ez beriya du salan çûm Xurmatû. Ez wê çaxê çûm ku ji nişka ve motorsiwarek dihat tenişta te û bombeyek li tenişta te datanî û piştî çend deqeyan parçeyê herî mezin ê goştê te bi qasî xurmeyekê lê dihat!

Li nav bazara Xurmatû, çekdarên Heşda Şeibî ez û tîma min girtin. Asayîşa PDKê bi me ve hat û nehîştin ew me bikujin. Wan ez şermezar kirim ku çawa min xwe bi wan “hebxweran” re berdaye û xwe tûşî kêşeyeke wiha kiriye.

Piştî du demjimêran ez çûm Amirlî. Li wir eger Heşda Şeibî em parçe parçe jî bikirana, pêşmergeyek nebû li hana me bê. Li Amirlî Pasdarên Îranê bi otomobîlên îranî silav li me dikirin û wek birayên mezin di xalên kontrolê de didan pêşiya me.

Beriya du salan min got, tiştê ku li Xurmatû heye bermîleke barûtê ye û dê rojekê biteqe. Vê heftiyê agir girte beşekî wê barûtê, lê hîn jî bermîl bi temamî neteqiyaye! 

Xurmatû pir dişibe Berlîna heyama Şerê Sar. Rast e di şerê li dijî DAIŞê de, Kurd û Şîe hevpeyman in, lê li wir baweriya her du aliyan qet bi hev nayê. Turkmenên wir Şîe ne û nikarin bêjin, lê di dilê xwe de dixwazin tenê pêşmerge li wê navçeyê hebin. Erebên Sunî yên navçeyê û turkmenên Şîe û kurdên Sunî hemû bi destê çend komên çekdar ên erebên Şîe ku bi razîbûna kurdan hatine navçeyê, azarê dikşînin.

Erebên Sunî her roj tên kuştin. Turkmenên Şîe baca çewtiyên komên çekdar ên erebên Şîe didin û erebên Sunî wan dikujin. Kurd jî carina bi conegayên nû yên bajêr re tûşî pevçûn û kêşeyan tên. Pir caran jî YNK û Heşda Şeibî li Xurmatû dicivin û bi rêya daxuyaniyekê, bi rengekî demkî rê li ber teqîna wê bermîla barûtê digrin.

Kêşeya Xurmatû ji pevçûnên hestyar ên pêkhateyên wê mezintir e. Îran tucarî nahêle Kurd li wê navçeyê serdest bin. Di wan belgeyên ku li ser serkirdên dezgeha Îtîlaata Îranê belav dibin, bi eşkereyî behsa wê yekê tê kirin ku girîngiyeke Xurmatû ya stratejî ji Îranê re heye û Îran nikare dev jê berde. Lê jixwe Kurd jî nikarin wê navçeyê li ser mersefeke zêrîn pêşkêşî Îranê bikin.

Rast e kurdan destê xwe ji Sadiye û Hewîceyê şûştine ku axa Başûrê Kurdistanê ne û vêga tu têkiliya wan bi Kurdistanê re nemaye, Sadiye bû para şîeyan û Hewîce bû para erebên Sunî. Lê têra wê yekê Kurd li Xurmatû mane ku Kurd xatirê xwe jê nexwazin û destê xwe jê neşon!

Rêya rast ew e ku Kurd bi çewtî li wê navçeyê şer nekin. Tiştê ku pêşmergeyan di çend rojên borî de anîn serê Heşda Şeibî rast û di cihê xwe de bû. Lê divê Kurd rê nedin ku şer bibe şerê pêkhateyên navçeyê. Ango nabe pêşmerge, turkmenên Şîe yên nû, Xurmatû û Amirlî bikevin beramber hev.

Divê kurd û pêşmerge pêkutiyê li ser wê yekê bikin ku tu wateya mabûna Heşda Şeibî ya erebên Şîe nemaye. Şêniyên navçeyê dikarin bi piştevaniya pêşmergeyan xwe biparêzin û tu karê çekdarên Necef, Kerbela û Bexdayê li wir nemaye. Tiştê herî metirsîdar ew e ku Heşda Şeibî ya erebên Şîe bikare pêkhateyên navçeyê berde hev û wan bike neyar. Divê Kurd bi eşkereyî bi gotar û tevgerên xwe diyar bikin ku ew vê yekê nakin û ew çiqasî Xurmatû ya kurdan dibînin, ewqasî jî wê ya turkmenên Şîe û erebên Sunî jî dibînin.   

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin