Xurmatû, li ber hawanan e!

Xurmatû, li ber hawanan e!

Rewangeha Iraqê ya Mafên Mirovan ragihand, welatiyên navçeyên Xurmatûyê ji serê vê mehê heta niha gelek caran rastî hawanbarandinan hatine û bi dehan kes bûne qurbaniyên hawanan. Wêneyên ji navçeyan tên hovîtiya heyî tîne ber çavan

A+A-

RIMM bi daxuyaniyekê ragihand, ji ber topbaranên herêmî, sivîlên navçeyên Xurmatûyê rastî metirsiyên mezin dibin, hêzên ewlehiyê yên Iraqê jî nikarî rê li ber van topbaranan bigire.

 
Di daxuyaniyê de hate gotin “Hawanbaran ji aliyê zincîreya çiyayên derdora Xurmatûyê ve tên kirin û di encamê de hejmareke ji malbatan koçberî Kerkûk û gundê derdorê bûne.”
 
Hat gotin ku li wê rewangehê, hejmarek kes hatine kuştin û birîndarkirin û ziyanên madî jî gihêştine mal û bazarên bajêr.
 
Karmendê nexweşxaneya Xurmatûyê Ebdilhusên Muhsên ji Rewangeha Iraqî ya Mafên Mirovan re gotiye: “Ji destpêka vê mehê ve û heta niha ji ber topbaranê, 7 kes hatine kuştin û 22 kesên din jî birîndar bûne ku jin û zarok di nav de hene û birînên hinan jî giran in.”
xurmatu-3.jpgxurmatû-2.jpg

(K24) 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin