“Xuçê serê tiliya te ya çûçik, nadim tevahiya dinyayê”

 “Xuçê serê tiliya te ya çûçik, nadim tevahiya dinyayê”

.

A+A-

Rewşan û Tara Mamedovayê stran diyarî kirine ji bo hemû jinan. Wan xwestiye bi vê stranê “qîmeta xwişkbûnê bînin ziman.” Ji ber wê jî di stranê de wiha dibêjin: "Serê tiliya te ya çûçik, nadim tevahiya dinyayê"

Rewşan û Tara Mamedovayê bi hev re stranek nû amade kiriye û xwendiye. Navê strana wan “Xuçê” ye. “Xuç” formeke din a xuşk/xwişkê ye. Tara Mamedovayê gotinên stranê nivîsine, Rewşanê jî beste û muzîka wê çêkiriye.

Stran diyariya herdu hunermendan a ji bo hemû jinan e. Wan xwestiye bi vê stranê “qîmeta xwişkbûnê bînin ziman.” Ji ber wê jî di stranê de wiha dibêjin: “Lê lê serê tiliya te ya çûçik, nadim tevahiya dinyayê.”

Strana "Xuçê" bi belavkariya Believe Labelê li ser hemû platformên dijîtal ên muzîkê hatiye weşandin. 

"Ji ber ku em welatê hev in, axa hev in"

Rewşan û Tara Mamedovayê ji bo vê stranê wiha gotiye:

"Hevgirtina jinan hêza xwe ji têkiliya xwişkbûnê distîne. Ev têkiliya xef, belkî jî digihîje heta serdema ku jin pîrebokên zana, hûnermend û şîfakar bûn. Mixabin ev têkiliya xwişkbûnê ku me li cem hev diheband, di nav demê de qels bûbe jî, bi temamî wenda nebûye. Ji ber ku em ew pîrebokên bi hêz in ku hîn jî stranan dibêjin, govendê digirin û bi dilovanî hevdû hembêz dikin. Em hewl didin ku têkiliya di navbera xwe de zexm bikin. Em vê ji bo xwe, ji bo me, ji bo dinyayeke baştir dikin. Ji ber ku em welatê hev in, axa hev in û strana Xuçê bi van hest û ramanan hat çêkirin."

Rewşan û Tara Mamedovayê ji bo vê stranê vîdeo-klîbek jî amade kiriye. Klîb wê îro li ser kanalên YouTube-ê yên herdu hunermendan biweşe.

Derbarê Rewşan û Tara Mamedovayê de

Rewşan

Li Stenbolê Hunerên Spehî ya Perayê beşa keman û viyolayê qedandiye, di heman demê de ji beşa psîkolojî û lîstikvaniyê derçûye. Ji bilî xebatên xwe yên muzîkê, belgefîlma "Dengên Bakur" ku li ser wêjeya devkî ya Kurdî û bîra çandî amade û pêşkeş kiriye. Albûma wê ya yekem “Ax Lê Wesê”, ji qeydiyên performansên zindî û stranên ber bi jibîrkirinê ne pêk hatiye. Ji bilî sîngilên wê, albûmeke wê ya bi navê “Tov”ê heye ku besteyên wê jî tê de bûn. Evalbûm di kategoriya World Muzîkê de albûmeke gelek serkeftî hat dîtin. Di sibata 2022an de strana "Kavir" tomar kiriye û bi şêwaza Proggresive Folkê weke sîngle parve kiriye. Yek ji avakar û endama îcrakara Orkestraya Stenbolê ya Mûzîka Fîlman e û li welat û li dervayî welat konserên xwe didomîne.

Tara Mamedova

Zaroktiya wê li Kirgizîstan ve Rusyayê derbas bûye, perwerdeya xwe ya muzîke li Fransayê domandiye. Her çiqas meyla wê ji ber muzîkjenên kuçeyê ku li wê derê hev nas kirine, çûbe ser jazzê jî, bi melodiyên muzîka Romans ya Rusî, bi zimanê xwe yî zikmakî Kurdî re lihev aniye û albûma xwe ya yekem "Ax" weşandiye. Bi tarza xwe ya cuda di demeke kurt de bal kişandiye û li welat û li derveyî welat gelek konser dane. Bi hunermend û bestekara navdar Yasmin Levy re stranên hevpar çêkiriye, helbestên wê ji aliyê hunermenda Unesco û Rusyayê Zara Mgoyan ve jî hatine xwendin. Ji bilî "Ax" “Live Studio Session Istanbul” û “Giran” sê albûmên wê û gelek xebatên wê yên weke sîngle hene. 

Çavkanî / Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin