Xortekî Efrînî li Tirkiyê ji ber îşkenceyê mir

Xortekî Efrînî li Tirkiyê ji ber îşkenceyê mir

Ciwanekî Kurd ê, bi navê Celal Minla Ehmed Ebdo, ku berî 10 rojan li Stanbolê hatibû girtin û piştre bo bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê û ji wir jî bo Ezaz û Efrînê hatibû veguhastin, ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye.

A+A-

Ciwanekî Kurd ê, bi navê Celal Minla Ehmed Ebdo, ku berî 10 rojan li Stanbolê hatibû girtin û piştre bo bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê û ji wir jî bo Ezaz û Efrînê hatibû veguhastin, ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye.

 

Li gor agahiyên Rûdawê, ew xortê Kurd ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bûye û bi hinceta ku serpêçî li yasayên nîştecîbûnê yên Tirkiyê kiriye, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatibû girtin.

 

Hikûmeta Tirkiyê pêştir 3 meh derfet dabû koçberên Sûrî yên ku li Stenbolê dijîn û navê wan nehatiye tomarkirin, ku qeyda xwe çêkin, an jî dê hikûmet wan vegerîne heman cihê ku jê hatine yan qeyda wan lê heye.

 

Çavkaniyekê ji malbata Celal Minla Ehmed ji Rûdawê re ragihand, piştî girtinê Celal ji Stanbolê ve bo bajarê Dîlokê hatibû veguhestin û rastî lêdan û îşkenceyê hatibû.

 

Li gor heman çavkaniyê ku nexwest navê wî were aşkerekirin, piştî ku rewşa wî ya tendirustiyê ji encama îşkenceyê têk çûbû, ji bo nexweşxaneya Kilîs hatibû veguhestin û paşê ji bo bajarokê Ezazê li nav axa Sûriyê hatibû şandin.

 

Heman çavkaniyê diyar kir, piştî ku bizîşkan gotibû ku ew li ber mirinê ye, ew xort radestî malbata wî li gundê Qurt Qulaqê yê li herêma Efrînê hatibû kirin û li wir wî xortê Kurd jiyana xwe ji dest daye.

 

Herêma Efrînê ji 18ê Adara 2018an ve di bin kontrola hêzên artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de ye. Ji ber şer û aloziyên li herêmê, hejmareke zêde ya xelkê Efrînê ji herêma xwe koçber bûne û beşek ji wan li Tirkiyê dimînin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin