Xezze/ Îsraîlê êrîşa hewayî pêk anî

Xezze/ Îsraîlê êrîşa hewayî pêk anî

Artêşa Îsraîlê şeva dohî bi bakurê sînorê Xezzeyê de êrîşa hewayî pêk anî.

A+A-

Li gorî daxuyaniya ji aliyê ofîsa çapemeniyê ya artêşa Îsraîlê ve hat belavkirin, navgîneke hewayî ya Îsraîlê li noqteya çavdêriyê ya Lîwayên Îzzeddîn El Qassam xist, ku ew baskê çekdarî yê Hamasê ye.

 

Hat diyarkirin ku noqteya bû hedefa artêşa Îsraîlê li herêmeke nêzikî noqteya ku ‘bafirokên dişewite' yên ji ser sînorê Xezzeyê ji bo aliyê Îsraîlê ve tên şandin, cih digirt.

Derbarê bûyerê heta ji aliyê Filistînê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Di çapemeniya Îsraîlê hatibû destnîşankirin ku xwepêşanderên filistînî li ser sînorê Xezzeyê 'bafirokên dişewete' û xaza helyûmê dişîne aliyê Îsraîlê û ev jî dibe sedema derketina şewatê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin