Xêzekovara kurdî ZRÎNG dest bi weşanê dike

Xêzekovara kurdî ZRÎNG dest bi weşanê dike

Xêzekovara kurdî ‘ZRÎNG’ dest bi weşanê dike. Edîtorê kovarê karîkaturist Dogan Guzel got ku ew kovareke wisa derdixin ku kurdekî li çayxaneyê rûniştî bi rihetî bikaribe rûpelên wê li hev bixe, xwe pê egle û mijûl bike.

A+A-

Xêzekovara kurdî ‘ZRÎNG’ dest bi weşanê dike. Edîtorê kovarê karîkaturist Dogan Guzel got ku ew kovareke wisa derdixin ku kurdekî li çayxaneyê rûniştî bi rihetî bikaribe rûpelên wê li hev bixe, xwe pê egle û mijûl bike.

 

Xêzekovara bi kurdî  ‘ZRÎNG’ ku bi sêwirandin, vegotin û dîtbarîyeke xweser çîrokan vedibêje, dest bi weşanê dike. Edîtorê kovarê karûkatursaz Dogan Guzel e. Kovar ji 32 rûpelan pêk tê û wê mehê carekê bê weşandin. Hejmara ewil a Zrîngê dê di meha cotmehê de derkeve.

 

Derbarê mijarê edîtorê xêzekovarê Dogan Guzel axivî û diyar kir ku hejmara ewil ji bo weşandinê amade ye.

 

KOVAR BI KURMANCÎ Û KIRMANCKÎ YE

Li gorî nûçeya di malpera e-rojnameyê de, Guzel destnîşan kir ku li benda îmtîyazeke pozîtîf a xwendevanên kurdî ne û wiha got: “Em kovareke bi kurdî derdixin. Hem jî bi kurmancî û kirmanckî. Em bawer dikin, gelek kesên ku pir tiştên xêzikî û mizahî naxwînin jî, lê sirf ji ber ku bi kurdî ye wê destekê bidin me. Ew ê bi îmtîyazeke pozîtîf ber bi me ve bên û em jî hewl bidin ku vê qencîya wan berba nebe. Li gor melûmatên li ber destê me, wisa dixuyê ku dê ev kovar ne kovareke xirab be.”

 

Di axaftina xwe de Guzel diyar kir ku hêvîya wan ew e ku kovara wan ligel tevkarîya xwe ya ji bo ziman, ew tirsa ji bo ziman jî bişikîne û wiha domand: “Ez behsa tirsa kurdan a ji bo kurdî dikim. Behsa wan xwendevanan dikim ku berê gava kovar, pirtûk û rojnameyên derdiketin bi heyecan dikirîn, lê di rûpela sisêyan de hêvîşikestî û çavtirsî dibûn. Divê em barê wan hevalan sivik bikin. Divê em kurdî, derxînin derveyî wê qada ku tenê ya dilektîyên ziman in. Em behsa zimanekî dikin ku kurdekî li qehwexaneyê rûniştî bi rihetî bikaribe li hev bixe û xwe pê egle û eware bike. Em behsa Kurdistanê dikin, bihuşta qehwexaneyan, ger her qehwevan tenê yekê bikire û deyne qehwexaneya xwe, wê pişta me negihê erdê.

 

PLAN EW E KU 5 HEZAR WERE FIROTIN

Guzel da zanîn ku kovargerî bi pereyên mezin nayê kirin û wiha pêde çû: “Me plansazîyek kirîye, ji bo 5 hezaran. Lê ger hûn karibin vê yekê di ser tora belav kirîyê ya kurdî re bikin, hûn ê li ser pêya bisekinin. Ji bo niha ev mimkun e.”

 

Her wiha Guzel anî ziman ku demek dûr û dirêj e dev ji karê kovargerîyê berdabûn, lê belê vê carê hêvî dikin ku ji bo çixêzkarên nû şert û mercan çê bikin û got ku êdî ew jî li vir i

 

E-Rojname

 

 

Etiket : ,
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin