Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

„Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê)“

A+A-

„Xetera beka“yê, an „pirsa bekayê“; ango metirsîya li ser paşeroja Tirkîye’yê, bewerim we jî dê gellek caran ev herdu peyv ji siyasetvan, hinek rojnameger û „entelektuelên“, qaşo rewşenbîrên Tirk bihîstibe.

Piştê qeyrana Suriye’yê, taybetî piştê bihêz bûna PYD/YPG’e û pêgeha rojavayê Kurdistan’ê ev herdu peyvên ku siyasetvan di axaftinên xwe da cendin car dibêjin di guhê me da zêde deng vedidin.

Bi ya kesên ku van herdu peyvan dibêjin, bi bawerîya wana li ser paşeroja Tirkîye’yê metirsî heye û ew gehêştiye asta man û nemanê!

Di vê dîtina xwe da jidil in, an ne, bê guman ev gengeşîyek din e.

Çi ye xetera li ser paşeroja Tirkîye’yê, çima xeterek wiha di astê man û nemanê da rû daye?

Kîjan dewlet an hêz e ku li ser paşeroja Tirkîye’yê dibe xeterek ewqas mezin û paşeroja vî welatî dike nav xeterê?

Gelo Komara Tirkîye’yê li ser hîmekî ewqas lerzokî hatiye damezrandin, ku bi Qeyrana Suriye’yê tûşî man û nemanê dibe?

Li Suriye’yê çi bû, çi qewimî ku bi Qeyrana Suriye’yê xeterek weha mezin rû da?

Mirov dikane gellek pirsên wiha lipeyhev rêz bike.

Ka di dibistanan da, di hemû rojname û telewizyonan da, li hemû zankoyan û di civînin siyasî da, heta di ên çandinî da jî bi dehan caran hevoka „Komara Tirkîyê dê heta heta bijî“ çendin car dihat/têt dubare kirin.

Ka ricikên dewleta îro bi hezaran sal dirêj dibû, şesedsal Dewleta Osmanî, berê wê Selçukî û îro jî, sedsal e Komara Tirkîyê, gelo ev xeterek çawa ye ku vê dewletê dike li ber man û nemanê?

Heta Qeyrana Suriye’yê û taybetî, berçavbûna pêgeha rojavayê Kurdistan’ê me ji rayedarên vê dewletê bangê xeterek wiha nebihîsti bû.

Berçavbûna pêgeha rojavayê Kurdistan’ê, rewatîya doza neteweya Kurd li cîhanê û peywendiyên bi hêzên navneteweyî va, taybetî bi dewletên zilhêz va xêrnexwazan dilerizîne, jibera (ezber) wana tevilhev dike.

Xof a xêrnexaziyê û derewan tiştekî wiha ye.

Siyaseta dewletên dagirker, pêşeroja wana li ser înkarkirina neteweya Kurd hatibû damezrandin.

Bi ya siyaset û bernameyên van dewletan divêbûya neteweya Kurd dernekeve ser dîka cîhana îro, her li ber pişavtinê (asimîlasyon), helandin û tinekirinê stûyê xwe xar bike û bi qedera xwe razî bibe.

Lê cîhan, taybetî Rojhelata Navîn wekî hêvîya wana viz nebû, lênehat; îro bi destxistina mafên neteweyî û demokratîk da gavên dîrokî tên avêtin, tîrijkên azadiyê berbanga Kurdistan’ê ronahî dike.

Rêveberên Tirkîye’yê di rojên dawî da ketine nav keftûleftekê; ew dewlet ya te, ev dewlet ya min digerin û daxwaza pêşî lêgirtina pêgeha Kurd dikin.

Gelo karekî weha bona bîst milyon Kurdên bakurê Kurdistan’ê, ku ew qaşo hemwelatiyên vê dewletê ne, têt çi wate yê?

Lê ne xem e, her roj li ber bîst milyonan ji karên dijminahî û qirêj xwe nadin paş.

Gelo em wateya vê gotinê çiqas dizanin, ku li Rojhelata Navîn bihêzbûna pêgeha neteweya Kurd, taybetî li rojavayê Kurdistan’ê qaşo xeterê dixe ser paşeroja Tirkîye’yê.

Çima derketina ser dîka dîrokê dibe xeter li ser paşeroja Tirkîye’yê?

Heçkû, li Tirkîye’yê nêzikî bîst milyon serjimar Kurd dijî, baçê didin, di hilbijartinan da deng didin, eskerîyê dikin, heta hinek ji wana dibin „korucî“ û hemû peywirên yasayî bicî tînin, lê rêveberên dewletê, her siyasî, borukrat, „entelektuel“ û parek „rewşenbîr“ li Rojhelata Navîn bihêzbûna pêgeha Kurd wekî xeter dibînin.

Ji ber peywendiyên DYAyê bi PYD/YPGê ra, „rewşenbîr“ û medyaya vî welatî bûye qijika perbelek, xwe virda wêda davêjin, şîroveyên xeyalî lipaşhev rêz dibin, lê rastî naye veşartin.

Ew jibîr dikin, rayedarên Tirkîye’yê divê zanibin, ku cîhan li ser qiloçê Tirkîye’yê viz nabe, wekî îro rojek dê bêt, wekî îro, li herêmê berjewendiyên dewletên bihêz bi ên Kurdan va li hev diguncin.

Belê, îro berjewendiyên neteweya Kurd û Cîhana Rojava lihev diguncin, ez bawerim Tirkîye’yê dê rastîyê bibîne, bibe nebe dê li ser siyasetek rasyonel gav bavêje û xwe ji serdanên serneketî, ji fîyaskoyan biparêze.

17.05.2017/Semsûr

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin